Daristanên Mêrîwanê hêj dişewitin
Daristanên Mêrîwanê hêj dişewitin
Daristanên Mêrîwanê hêj dişewitin
Agirberdana daristan û mêrgên Mêrîwanê her ku diçe gurtir û berfirehtir dibe. Hêzên rejîma Îranê heta niha neketine nava hewldanên kontrolkirin û vemirandina agir. Tê gotin, heta niha 127 caran agir bi daristan û mêrgên bajêr ketine û zêdeyî 500 donim daristan û mêrg şewitîne.
Li gorî nuçegihanê ANF ji herêmê ragehandî; “ li sêguşeya gundê Çawig û herdu gundên Sêfî ser û xwarê, daristanên navçeya Xelîfe di şewitin. Niştecihên gund û rêveberê jingeha Mêrîwanê û çend grubên xelkê sivîl tenê bi temirîna agir ve mijûl in. Lê belê hetanî niha jî agir ne hatiye temirandin.”
Heyanî niha ji 500 donim zêdetir ji daristan û mêrgên navçeyê şewitîne. Karmendên rejîmê ti hewildanên wan ji bo çareserî û kontrolkirina agir çênebûne.
Serçaveyên herêmî radigehînin ku agir berdana daristanan ji aliyê çete û layengiranî rejîmê ve bi armanca xirabkirina jîngê û têkdana asayîşa herêmê vî karî dikin. heman serçave ragihandiye ku heyanî niha bi dehan car pirsgirêk derxistine ji niştecihên herêmê re û nahêlin ku pêşî li agir bête girtin.