Darizandina siyasetmedarên Kurd dewam dike

Darizandina siyasetmedarên Kurd dewam dike

Dozên darizandina siyasetmedarên Kurd ên li Stenbol û Amedê dewam dikin. Di her du dozan de jî siyasetmedarên Kurd ji dadgeriya Tirk re behsa xebatên DTP û BDP'ê dikin ku ne sûc in.

Di doza bingehîn a "KCK" ya Stenbolê de, ku 94 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafên mirovan tên darizandin, rûniştina 7. di roja pêncemîn de ye. Di rûniştina li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Sîlîvrî de 75 siyasetmedarên Kurd ên girtî û 3 siyasetmedarên ne girtî tên darizandin, amade ne. Rûniştina dozê bi parastina siyasetmedarên Kurd dewam dike.

Oner: Tu eleqeya KCK TM’yê bi DTP’ê re tune

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di nav de siyasetmedar û şaredar jî heyî 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd yên ku tên darizandin, rûniştina 59’emîn de duh 14’emîn civîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de 25 jê girtî 26 kes amede bûn, 72 kes ji ber ku bi rapor bûn beşdarî rûniştinê nebûn. Rûniştina ku parêzer amede bûn de, parlamenterên BDP’ê Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan û gelek xizmên girtiyan amede bûn. 

Rûniştin bi xwendina gilînameyên der barê Endamê Komîsyona Herêmî, Ekolojiyê yê DTP’ê û Alîkarê Şaredarê Qoserê Selanîk Oner re dest pê kir. Di xwendina gilînameya der barê Onen de, xebatên Oner yên beriya avabûna DTP’ê wekî sûc hatin dîtin. Oner jî diyar kir ku ev delîlên axaftin û hevdîtinê yên beriya avabûna DTP’ê ne.

Oner bal kişand ser avakirina komîsyonên ku di bin sîwana DTP’ê de hatine avakirin û destnîşan kir ku îdiayên wekî ev komîsyon di bin navê KCK TM’yê de hatine avakirin ne rastin û di dema wî de tu komîsyonên di bin navê KCK’ê de nehatine avakirin, komîsyonên ku hatine avakirin di bin navê DTP’ê de hatine avakirin. Oner da zanîn ku tu eleqeya KCK TM’yê bi DTP’ê re tune divê her du ji hev du bên veqetandin.

Rûniştin dê piştî navberê berdewam bike.