Darvekirin li Oslo'yê hat şermezarkirin
Darvekirin li Oslo'yê hat şermezarkirin
Darvekirin li Oslo'yê hat şermezarkirin
Darvekirina girtiyên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Mamedî ji aliyê rejîma Îranê ve, li paytexta Norwêc Oslo'yê hat protestokirin.
Kurdistaniyên li ber Konsolosa Îranê hatin cem hev dirûşmên "Tolhildan" qîriyan. Di çalakiyê de li gel Partî Serbestî Kurdistan, Partî Serbestî Rojhilatî Kurdistan, PAK, Tevgera Goran, KNK, PYD, PJAK, nûnerên Tevgera Ahwaz a ji bo Erebên li Îranê têkoşîna azadiyê dimeşîne, Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Partiya Sor a Norwêcê jî amade bûn.
Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Norwêcê ya PJAK'ê ve hat organîzekirin de pankartên bi nivîsa "Bila darvekirin werin rawestandin" û "Ji girtiyên siyasî re azadî" hatin vekirin, wêneyên girtiyên siyasî yên hatine darvekirin, hatin hildan.