Davûtoglû nehişt li Serêkaniyê lihevkirin çêbibe
Davûtoglû nehişt li Serêkaniyê lihevkirin çêbibe
Davûtoglû nehişt li Serêkaniyê lihevkirin çêbibe
Desteya Bilind a Kurd(DBK) li ser daxwaza hevdîtinekê bi şanda ku dixwest navbeynkaniyê ji bo hevdîtinên di navbera wan û Hevpeymaniya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Muxalefetê de bike û bi armanca rewşa bajarê Sêrêkaniyê ji nêz ve bişopîne çûn Serêkaniyê.
Bajarê Serêkaniyê ku nêzî 15 rojan ji aliyê komên çete ve dihate talankirin, ev kom rastî berxwedaniya Yekîneyên parastina Gel (YPG) hatibûn. Piştî şerê 15 rojan, li ser daxwaza komeke kesayetên muxalîfên Sûriyeyê ku xwe nêzî Hevpeyamaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Muxalefetên dibîne û xwe weke Hevgirtina Aramiya Civakî bi nav dike, xwestin di navbera muxelefeta Sûriyeyê ya derve Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzen Şoreş û Muxalefetê, û Desteya Bilind a Kurd de navbeynkariyê bikin.
'DAVUDOGLU HEVDÎTİN ASTENG KIR'
Kesên xwestin derbasî bajarê Serêkaniyê bibin û hevdîtina bikin rastî astengiya dewleta Tirk hatin. Li gor agahiyan, dema şanda navbeynkar xwestine derbasî Serêkaniyê bibin, bi fermana Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davudoglu hatine rawestandin û ji wan re hatiye gotin ku ji ber rewş ne arame hûn nikarin derbasî bajêr bibin. Ji ber vê yekê şanda ku dixwest navbeynkariyê bike şûnde vegeriyan û ev hevdîtin pêk nehat.
'DBK'Ê YPG Û GELÊ SERÊKANIYÊ SILAV KIR'
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd zanî ku ev şande ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye astengkirin, bi awayekî asayî dest bi bernameya xwe ya gera li bajêr kir. Şanda DBK'ê ku ji endamên wê Aldar Xelîl, Ebdulselam Ehmed, Ehmed Silêman, Îsmaîl Hemê û Îlham Ehmed jî pêk dihat li tevahiya bajêr geriyan û rewşa bajêr ji nêz ve şopandin. Desteya Bilind a Kurd berxwedaniya YPG'ê û gelê ku li bajarê maye û derneketiye silav kir.
DBK SERDANA NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ YA RÛSTEM CÛDÎ KIR
Endamên DBK’ê ku li nava bajarê Serêkaniyê bûn, di nava gera xwe de serdana navenda Çand û Huner a Serêkaniyê Rustem Cûdî jî kirin. Endamên navenda Rustem Cûdî bi dilgermî pêşwaziya endamên DBK kir û spasiya xwe ji bo serdan bajêr nîşan dan. Endamên navenda Rustem Cûdî bal kişandin ku ew her gav li cem Desteya Bilind in û daxweza yek rêziya hemû Kurdan kirin.
YPG Û DBK BI TILÎLIYAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Her çendî rewşa bajarê Serêkaniyê ji aliyê ewlekarî û binesaziyê ve xirab be jî, lê gelê Serêkaniyê bi heyacan û moralekî mezin pêşwaziya Desteya Bilind a Kurd kir. Dema mirov li kolanên Serêkaniyê dimeşe, bi ruhetî mirov li rastî şopên dijwariya şer tê. Dîsa li serê her kolanekê, kuçe û deriyekî dirûşmên 'Bijî YPG’ û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hene.
Jin û zarokê li bajarê Serêkaniyê dijîn bi dirûşim û tilîliyan şanda Desteya Bilind a Kurd pêşwazî kirin.