'Daxuyaniya Ocalan manîfestoyeke’

'Daxuyaniya Ocalan manîfestoyeke’

Alîkarê Koordînasyona Înîsiyatîfa Azadî Muhammet Akar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê û aşitiyeke bi rûmet rîsk li ber çavan girt û banga Ocalan weke manîfestoya jiyaneke bi hev re ya gelan a li ser esasê azadî û wekheviyê nirxand. Akar got: “Daxuyaniya Birêz Ocalan bangeke gerdûnî ku ronakbîriya rojava hembêz dike û gerdûnî bû. Daxuyaniya Ocalan manîfestoyek e. Ev manîfestoya wî û ev raman, di sedsala nû de li gel Newrozê serdemeke nû da destpêkirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku roja 21’ê adarê di Newroza Amedê de hate xwendin, diyar kir ku  pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Alîkarê Koordînasyona Înîsiyatîfa Azadî Mahammet Akar vê banga dîrokî ya Ocalan ji ANF’ê re nirxand û peyamê weke manîfestoyekê bi nav kir.

Akar destnîşan kir ku daxuyaiya Ocalan ket dîrokê û got: “Ev nêrîn ne tenê ji bo ev hawira germ ya îro û çareseriya pirsgirêka Kurd e, di heman dmeê de mantalîteyek ji bo avakirina şaristaniyeke nû ye jî. Ji ber vê jî divê em gelek girîngî bidin vê yekê. Divê di gelek waran de ders ji daxuyaniya Birêz Ocalan bê derxistin. Tişta ku bala min kişand, li aliyekê Birêz Ocalan mîsyona bûyina dengê çand û baweriyên qedîm bi cih anî, bû dengê bindest û mazlûmanç. Li aliyeke jî bangeke gerdûnî ku şaristaniya Roajva jî hembêz dike kir. Daxuyaniya Ocalan manîfestoyek e. Ev manîfestoya wî û ev raman, di sedsala nû de li gel Newrozê serdemeke nû da destpêkirin. Bi taybet silav ji gelên qedîmên Mezoptamyayê, Ermenî, Asurî, Tirkmen, Kurd, Ereb, Fars û civakên li Asyaya Navîn re şand û ziman û uslibek ku hemûyan hembêz dike bi kar anî.”

BIRÊZ OCALAN RUHÊ DEMÊ DIBÎNE

 Akar destnîşan kir : “Birzê Ocalan baş ji ruhê serdem û demê fêm dike û bi vî awayî analîzan dike” û bal kişand ku di Newroza fînalê ya 2013 de daxuyaniyên Ocalan di cîhanê de dengek mezin veda.

Akar destnîşan kir ku daxuyaniya Ocalan ji bo jiyana bi hev re ya gelan a li ser esasê wekhevî û azdiyê manîfestoyeke û îşaret bi wê yekê kir ku êdî li Rojhilatanavîn û seranserê cîhanê sînor tên rakirin û gel êdî li ser esasê nirxên xwe yên çandî xwe ji nû ve ava dikin û got: “Ji ber vê jî divê em ders ji vê daxuyaniyê bigirin.”

ÊDÎ DORA PARLEMENTOYÊ YE

Akar bal kişand ser gotina “Ev ne dawî ye, ev destpêkek nû ye” ya Ocalan û diyar kir ku peyama Ocalan ji bo dewleta Tirk jî girîng e. Akar destnîşan kir ku divê ev yek were dîtin û hukûmet bi taybet j Meclîs tişta ku dikeve ser milê wan bike.”

Akar bi bîr xist ku Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû beriya hefteyekê li Amedê behsa pêşerojeke ku ne li ser esasê etnîstîyekê an ji jî gelek, lê li ser esasê ku hemû gelan hembêz bike. Akar bal kişand ser rola parlementoyê û diyar kir ku divê parlemento di vê pêvajoya nû de ji bo pêkanîna reforman pêngavên wêrek biavêje û got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bigihe çareseriyeke mayinde, di serî de BDP divê hemû partiyên muxalîf  û hêzên muxalîf ên li derveyê parlementoyê çêkirina makeqanûneke nû têxin rojeva xwe.”

Akar destnîşan kir ku ev pêvajo tenê li ser esasê amûr û nameyan pêş nakeve û got ku ev yek bi awayeke saxlem pêş nakeve û got: “Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktoreke pir girîng e. Ji bo Birêz Ocalan bikare zêdetir feydeyê bide vê pêvajoyê, divê şert û mercên wî bêne guhertin û bêne başkirin. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan zêdetir bikare bi BDP, malbat, raya giştî ya Kurdan re bikeve nava hevdîtinan. Ji bo vê jî divê Ocalan bigihe azadiya xwe. Ji bo vê pêngava ku divê niha bê avêtin ew e k udivê bi dehhezaran mirovên di girtîgehê de girtî ne serbest bên berdan. Ev bi rojan e mizgîniyeke aşitiyê heye.  Lê heta niha malbatên kesên di girtîgehan de heta niha vê keyfxweşiyê tam nekirine.”

DIVÊ PARLEMENTO TIŞTA DIKEVE SER MILÊN XWE PÊK BÎNE

Akar bal kişand ser daxwazên Kurdan û pêngavên ku divê ji bo van daxwazan bên avêtin û got: “Divê di serî de hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya Kurdî, zimanê Kurdî û çandê bên e rakirin. Madem em ê ji niha û pêve siyaseteke demokratîk bimeşînin, divê êdî benda hilbijartinê ya ji sedî 10 rabe an jî dabikeve. Her wiha daxwazeke a Kurdan ji bo statuyê heye, divê parlemento li hemberî vê yekê tişta dikeve ser milê xwe bike.”

Akar herî dawî got: “Ji bo vê pêvajoyê sebir divê. Divê mirov nebêje dê îro an jî sibê encam bigire. Dibe hin tengasî û provakasyon çêbibin, lê divê em tu carî hêviya xwe winda nekir.”