Daxwaza berdana Atalay hat redkirin

Daxwaza berdana Atalay hat redkirin

Serlêdana ji bo berdana Şaredarê Êlihê Necdet Atalay hat kirin, hat redkirin.

6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, daxwaza berdana Şaredarê Êlihê Necdet Atalay ê ji doza bingehîn a 'KCK'ê tê darizandin, red kir. Di sedema biryara bi yek dengî hat wergirtin de, sedemên ji bo reda berxwedana wekîlên girtî, hatin pêşkêşkirin.

Di vê navberê de li hemberî biryara redkirina berdana 4 parlamenterên BDP û parlamenterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, li 6. û 7. Dadgehên Ceza yên Giran serlêdana îtirazê hat kirin. Her wiha bi hinceta ku 5. û 6. Dadgehên Cezayên Giran erka xwe ji bo nebaşiyê bikaranîne jî, li Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) giliyê wan hat kirin.