Daxwaza dozger a ji bo berdana Yildirim, hat redkirin

Daxwaza dozger a ji bo berdana Yildirim, hat redkirin

5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, daxwaza dozger a ji bo berdana Parlamentera BDP'ê Gulseren Yildirim red kir.

Doza 'KCK Mêrdîn' ku 8 jê girtî 22 lê tê darizandin, îro li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam kir.

Di rûniştina dozê de dozger mutalaa xwe pêşkêş kir û bi sedema xalên 19 û 62. ên Destûra Bingehîn xwest Yildirim bê berdan û 7 girtiyên din girtî bimînin. Heyeta dadgehê bi piraniya dengan daxwaza berdana Yildirim red kir.