Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin!
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin!
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin!
Ji Nûnerê KNN Channel a Amedê Lokman Aydogan ku xwestibû di çarçoveya pîşeya rojnamevantiyê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinê bike serlêdan kiribû, ji hêla Wezaretiya Dadê ve bersiva "Guncaw nehate dîtin" hate dayîn û serdana wî hate redkirin.
Nûnerê KNN Channel a Amedê Lokman Aydogan di çarçoveya pîşeya rojnamevantiyê di 27'ê Tîrmehê de serî li Wezaretiya Dadê dabû bersiva neyênî hate dayîn. Di nivîsa ji bo bersiva serlêdanê ya ji hêla wezaretiyê ve hatî şandin de, hate gotin "Nivisa we ya têkildarî daxwaza bi hukumxwar Abdullah Ocalan a di Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê de ye roportaj hate nirxandin. Daxwaza we ya roportajê guncaw nehate dîtin."
Aydogan, bersiva serlêdana ya wezaretiyê nirxand û got: "Daxwaza me ya roportajê tune bû. Di daxwaznameyê de me xwestibû pê re hevdîtinê bikin. Di nivîsa ku wezaretiyê ji me re şandî ya roportajê û hevdîtina me ya di daxwaznameyê de mijarên ji hev pir cuda ne. Me li gorî 5'emîn Maddeya Qanûna Saziya Înfaz a Cezayê daxwaza hevdîtinê kiribû. Em ê îtîraza biryara Wezaretiya Dadê bikin û careke din serlêdana hevdîtinê bikin."
Piştî di hevdîtina Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan a di 21'ê Tîrmehê de li Greva Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribûn de, diyar kiribûn ku Ocalan xwestiye li Girava Îmraliyê bi rojnamevanan re hevdîtinê bike û ev ê ji bo pêvajoyê jî erênî be.