Daxwaza radestkirina welatparêzê Kurd Tak hat redkirin

Daxwaza radestkirina welatparêzê Kurd Tak hat redkirin

Dadgeha herêmî ya Bûlgarîstanê, daxwaza Tirkiyê ya ji bo radestkirina welatparêzên Kurd Halef Tak red kir. Eger dozgerî li dij biryarê dernkeve, wê Tak piştî hefteyekê bê berdan.

Halef Tak ê ji sala 1989'an û pê ve li Swêdê dijiya, roja 20'ê Hezîranê ji bo betlaneyê bi malbata xwe re çûbû Varna, lê bi hinceta ji aliyê Înterpolê ve tê lêgerîn, hatibû binçavkirin.

Binçavkirina Tak rê li ber nerazîbûnan vekiribû, li abjarê Lidköping ê bi salan lê dijiya xwepêşandan hatibûn kirin û Komeleyên Kurd, Tirk û Asûrî-Suryanî ji hikûmeta Bûlgarîstanê re name şandibûn û xwestibûn Tak serbest bê berdan. Ji bo serbestberdana welatparêzê Kurd Tak kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin û bi armanca piştgirîdayîna Tak komeke Facebookê hatibû avakirin.

Halef Tak îro derket pêşberî dadgehê û diyar kir ku ew mafên demokratîk ên gelê Kurd diparêze, sûcdariyên Tirkiye li wî dike red kir û xwest bê berdan. Dadgehê biryar da ku sûcdariyên Tirkiye li Tak dikin bêbingeh in û daxwaza Tirkiyê ya radestkirina Tak red kir. Lê belê mafê dozger heye ku di nava hefteyekê de li dij vê biryarê derkeve. Heta hingî wê Tak li girtîgehê bê rakirin.

Anna Bergenwall a ji bo berdana Tak kampanya îmzeyan da destpêkirin û xwepêşandan organîze kir ji ANF'ê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber biryara dadgehê anî ziman û diyar kir ku ew li bendê ne Tak di nava hefteyekê de vegere Swêdê. Bergenwall da xuyakirin ku rûniştina dozê du caran paşve hatiye xistin, ev yek ji bo Tak teroreke psîkolojîk e û Wezareta Karên Derve ya Swêdê jî tewanbar kir ku bi têrkerî xwedî li Tak derneketiye.

Bergenwall got, "Ji ewlekariya mirovên serî li mafê penaberiyê li welatê me didin, dewleta Swêdê berpirsyar e û wezîfeya dewletê ye ku wan biparêze. Pêwîste mirovên mafên peanberiyê li Swêdê wergirtibin, li tevahiya welatên Yekitiya Ewropayê bi awayekî ewle karibin tevbigerin."