Dayîka 4 zarokan çû mala bavê xwe û mirî hat dîtin

Dayîka 4 zarokan çû mala bavê xwe û mirî hat dîtin

 Jina 27 salî Songul Işik ku 6 salin zewiciye û dayika 4 zarokan e, ya ji Gundê Soskinê yê Erdîşa Wanê dema çû mala bavê xwe li odeyekê darvekirî hat dîtin.

Li gorî agahiyên hat bidestxistin, jina ciwan a 27 salî ku 6 salin zewiciye û 4 zarokên wê hene Songul Işik a ji gundê Soskinê yê Erdîşa Wanê dema çû mala bavê xwe yê gundê Sipana Jêr ê Navçeya Elcewaza Bedlisê li malê darvekirî hat dîtin.

 Hat zanîn ku dema malatê cenaze dîtiye serî li fermandariya cendirmeyan dane. Cenazeyê Işık ji bo otopsiyê birin Neweşxaneya Dewletê ya Wanê.