Dayîka Aştiyê Behiye Dogrû jiyana xwe ji dest da

Dayîka Aştiyê Behiye Dogrû jiyana xwe ji dest da

Aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Behiye Dogrû di nexweşxaneya lê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da.

Aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Behiye Dogrû ya 65 salî, beriya 3 mehan ji ber tansiyona bilind xwîn ketibû ser mejiyê wê û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat derman kirin.

Hate hînbûn ku, Dogrû li nexweşxaneya lê dihat derman kirin, duh li derdora demjimêrên nîvro jiyana xwe ji dest da.

Berdevka Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Hewa Kiran da diyarkirin ku, Dogrû ev salek bû di nava Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Amedê de bi awayek aktîf kar dike û got: “Dayîka Behiye dayîkeke temenê xwe daye aştiyê. Aşitî nedît, lê belê xebat dikir ku zarokên me aştiyê bibînin.”