Dayika Aştiyê hat binçavkirin

Dayika Aştiyê hat binçavkirin

Li Navçeya Sîlopiyê polîsan û tîmên taybet bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Dayika Aştiyê ya Sîlopiyê Fatma Deniz binçav kir.

Yekîneyên polîsan û tîmên taybet li Sîlopiyê bi ser gelek malan de girt. Polîsan û tîmên taybet li taxa Şehit Harunboy bi ser mala Dayika Aşityê ya Sîlopiyê Fatma Deniz de girt û Dayika Aştiyê Fatma Denîz binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malê de telefona wê û flaş bellek jî desteser kir. Polîsan piştî lêgerîna mala Deniz, Denîz binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê.