Dayîka Solînê hate tahliye kirin

Dayîka Solînê hate tahliye kirin

Alîkara Şaredara Cizîrê ya berê Xanim Onûr ku li navçeya Cizîr ya Şirnexê beriya du salan di encama operasyona di bin navê KCK’ê de hatibû girtin, di encama kampanya ji bo tahliyekirinê hatibû destpêkirin, serbest hate berdan.

Alîkara Şaredara Cizîrê ya berê Xanim Onûr ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de ji Îlona 2011’an ve girtiye, ji bo tahliyekirina Onûrê parêzerê wê daxwaznameyak da 7’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê.

Di daxwaznameya Parêzer Canan Atabay daye dadgehê da diyarkirin ku, keça Xanim Onûr Solînê beriya salekê nexweşiya Losemî girt, zarokê wê Mîthat yê 8 salî jî nexweşê Epîlepsiyê ye.

Hate aşkera kirin ku, Solîn ji ber ku dayîka wê girtiye bersivek erênî nade dermankirinê û di demên dawî de ji ber trawmayên psîkolojîk nêzîkatiyên wê xirab bûne, hate destnîşankirin ku, pêwîste dayîka wan Xanim Onûr li gel zarokên xwe be û daxwaza tahliyeyê kir. Hate ragihandin ku, piştî vê daxwazê Xanim Onûr hate serbest berdan.

Dadgehê daxwaznameya têkildarî tahliyeyê vekola û biryara xwe aşkera kir. Dayîka Solînê tahliye bû. Xanim Onûr di îlona 2011’an de di encama lêpirsîna Meclisa Bajarê Cizîrê de ji endamtiya KCK/TM hatibû sûcdarkirin û girtin.