Dayika Yildirim ê JÎTEM'ê qetil kir, wefat kir

Dayika Yildirim ê JÎTEM'ê qetil kir, wefat kir

Karsazê Kurd Adnan Yildirim ku di sala 1994'an de li gel 2 hevalên xwe ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, dayika wî Hassat Yildirim di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Dayika Yildirim Hassat Yildirim, li Stenbolê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hassat Yildirim a 70 salî bi balafirê anîn Amedê û li goristana Şehîtlîkê hat veşartin.

Karsazên Kurd Adnan Yildirim, Savaş Bûldan û Haci Karay ku navên wan di lîsteya kesên 'alîkariyê didin PKKê' de cih digirt û ji aliyê Serokwezîra wê demê Tansû Çîller ve hat aşkerakirin, di 4'ê Hezîrana 1994'an de ji aliyê komeke bi kincê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre jî cesedên wan bi awayekî îşkencekirî li qiraxa Çemê Taşlimelen ê navçeya Bolû Yigilca'yê hatibûn dîtin.