Dayikan banga çalakiya li Bagokê kirin
Dayikan banga çalakiya li Bagokê kirin
Dayikan banga çalakiya li Bagokê kirin
Dayikên Aştiyê êrîşa li dijî goristana gerîla bi tundî şermezar kirin û bang kirin ku li Çiyayê Bagokê çalakiya protestî lidar bixin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê ya Êlihê, êrîşa leşkeran a li hemberî “Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç” a li Çiyayê Bagokê, li komala xwe bi civîna çapemeniyê şermezar kirin. Di civînê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê amade bûn.
Li ser navê dayikan endama Înîsiyatîfê Menfiyet Çelîk daxuyanî da. Çelîk, diyar kir ku erîşa li hember “Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç” a li Çiyayê Bagokê pêk hatiye bi tundî şermezar dikin û got: “Dewlet bi van êrîşên xwe yên biçûk, xwe biçûk dike. Dewlet nikare xwe li hestiyên me yên di binê erdê de jî rabigire. Ev hemû bi fermana Erdogan çûne histiyên me ji bin erdê derxistine. Ev kes qet şerm nakin viya şermek herî mezin e li cîhanê. Ev êrîş pêkanînek li dijî mirovatiyê ye. Pêwîste ku kezeba wan bişewite, lê diçin erîşî gorên me dikin.”
Çelîk anî ziman ku divê yên hestî derxistine û revandine li xwe mukur werin û ji gel lêborîna xwe bixwazin û pêwîste ew leşker demek ji ya din zûtir hestiyên zarokên me radestî malbatan bikin. Çelîk diyar kir ku ew her tim şopdarên hestiyên zarokên xwe ne û got, “ew hestiyên me dayikanin û kezeba me ne. Ew hestî hemû perçeyên bedena me ne. Tehamûla wan li hember gorên me û hestiyên me tune ye, dê ka çawa li hember gelê me yê sax hebe. Pêwîste hemû gelê Kurdîstanê li hember vê erîşa hovane rabe serhildanê. Lazime em wek dayikan rojek li ser goristanê çalakiyek şermezarkirinê li dar bixin.”