Dayîkên aşitî yên wanê xwe ji bo gireva birçîbûnê amade dikin
Dayîkên aşitî yên wanê xwe ji bo gireva birçîbûnê amade dikin
Dayîkên aşitî yên wanê xwe ji bo gireva birçîbûnê amade dikin
Însiyatîfa dayîkên aşitî yên Wan’ê ji ber neberdana parlementerên BDP’ê ji aliyê dadgehê ve nerazîbûna xwe nîşandan û bivê wesîleyê wê di demek nêzîk de dest bi gireva birçîbûnê bikin.
Piştî dadgeha zagona bingehîn a Tirkiye parlementerê CHP’ê Mustafa Balbay serbest berda, daxaza berdana parlementerên BDP’yî yên di girtîgehê de hate kirin. Li ser vê daxazê dadgeh berdana parlementeran redkiribû. Bivê wesîleyê îro însiyatîfa dayîkên aşitî yên Wanê bi civînekî çapemeniyê ev helwesta dadgehê şermezar kirin. Berdevka dayîkên aşitî Rukiye Aslan, diyar kir ku dadgeha Tirkiye carek din li himberî Kurdan newekheviya edaletê nîşandaye û dadgeha Tirkiye dinava nêzîkatiyên jihev cûdadeye.
Aslan di berdewama axaftina xwede wiha got: “ li himberî vê helwesta dadgehê emê li hemû qadan dengê xwe bilind bikin. Pêvajoya çareseriyê ya kû ji aliyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, dinava civakê de hewayekî aşitî yê bibû hakim. Lê belê ev hewayê aşitî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate xera kirin. Ev helwesta hikûmeta AKP’ê me dayîkên aşitiyê bi awayekî kûr dilxemgîn dike. Eger hikûmet ji vê helwesta xwe gav şûnde navêje, emjî wê li hemû qadan têkoşîna xwe bilind bikin. Wekî nerazîbûn lihimberî vê didemek nêzîk de emê bikevin gireva birçîbûnê.”