Dayîkên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin

Dayîkên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin

Duh li meydana Azadî ya Tirbespiyê di demjimêrên êvarê de agirê Newrozê ji aliyê dayîkên aştiyê ve hate pêxistin, ciwan û xwendekaran jî li dora agir stran gotin û govend gerandin, her wiha Koma Botan bi stranên şoreşgerî coşa şahiyê zêde kir.

Îro jî wê şahiyek li ber navenda Çend û Huner a bajêr ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger,  Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz û Saziya Çand û Hunerê di demjimêr 15.00 'an de dê were organîze kirin. Di şahiya îro de wê agir were pêxistin û Koma Xebat dê beşdarî şahiyê bibe.

Li aliyekê din komîteya amadekar a Newrozê amadekariyên xwe bi dawî kir, meydana Bexçeyê Mezin ku wê şahiya Newrozê di 21'ê Adarê de lê were lidar xistin paqijkirine û dik amadekirine.