Dayikên Aştiyê: Bila Ocalan demildest bê berdan

Dayikên Aştiyê: Bila Ocalan demildest bê berdan

Aktîvîsten Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji pevajoya aştiyê mayînde bibe banga demildest azadkirina Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û êrîşa li hemberî gorên 43 gerîlayên HPG'ê yên li çiyayê Bagokê bi zimanekî tund şermezar kirin. Dayikan gotin, eger pêwîst bike wê li goristanê nobetê bigirin.

Aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di şert û mercên girtîgehê de, li Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê dayikên aştiyê Emriye Ektîren, got ku li bendê ne hikûmet di pêvajoya çareseriyê de gavên jidil biavêje. Ektîren tevî ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene jî neşandina heyeteke tenduristiyê ji bo Girava Îmrali şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde pêk bê pêwîst e berî her tiştî şert û mercên Ocalan bên rastkirin û ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê jî demildest divê bê azadkirin.

Ektîren cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egîd Suruç) ê bê ku gor bê vekirin ji kunekê hatiye kaşkirin û derxistin bi zimanekî tund rexne kir û wiha got, "Hikûmet di gorê de jî dest ji cenazeyên zarokên me bernade. 17-18 sal in, hestiyên zarokên me hatin komkirin û goristaneke şehîdan hat çêkirin. Lê dewletê hestiyên zarokên me yên di goran de bi panzeran texrîb kir. Erdogan di televîzyonan de dibêje, 'Ez ê ji bo aştiyê jehrê vexwim', lê xwîna zarokên me vedixe." 
Ektîren herî dawî got ku ew texrîbkirina goran şermezar dikin û eger pêwîst bike wê li goristanê nobetê bigirin.