Dayikên Aştiyê di 24'ê Kanunê de dikevin gireva birçibûnê
Dayikên Aştiyê di 24'ê Kanunê de dikevin gireva birçibûnê
Dayikên Aştiyê di 24'ê Kanunê de dikevin gireva birçibûnê
Meclisa Dayikên Aştiyê bi boneya redkirina berdana parlamenterên BDP'ê şermezar bikin û bixwazin parlamenter serbest bên berdan dê di 24'ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi boneya parlamenterên BDP'ê yên girtî serbest bên berdan û biryara dadgehê ya reda berdana parlamenteran şermezar bike dê di 24'ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Di çalakiyê Şemiyê ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de li ser navê dayikan Nevriye Kaçar daxuyanî da û diyar kir ku ji bo parlamenter serbest bên berdan û biryara dadgehê şermezar bikin di 24'ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.