Dayikên Aştiyê di greva birçîbûnê dene
Dayikên Aştiyê di greva birçîbûnê dene
Dayikên Aştiyê di greva birçîbûnê dene
Çalekiya greva birçîbûnê ku ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo parlementerên BDP’ê yên girtî dest pê kirî ji aliyê Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Wanê û Meclisa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê ve dewir hate girtin.
Aktivîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Wanê ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê bi armanca nerazîbûn nîşanî neberdana 4 parlementerên BDP’ê Îbrahîm Ayhan, Gûlser Yildirim, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Parlementerê Wanê yê serbixwe Kemal Aktaş çalekiya gireva birçîbûnê ya 2 rojan ji bo rojekê dewir girtin.
Salalona avahiya Însiyatîfa Dayikên Aşityê ku wêneyên dawî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li Îmralî hatine kişandin li gel wêneyên sê jinên Kurd yên siyasedmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetil kirin û wêneyên 34 gundiyên li Roboskî hatîn qetil kirin daliqandin û civînekî çapemeniyê li darxistin.
Ji aktivîstên Însiyastîfa Dayikên Aştiyê Rukiye Arslan ku di civîna çapemeniyê de axivî komkujiyên li hemberî gelê Kurd tên meşandin şermezar kirin. Arslan ku bal kişande ser bi 10 hezaran girtina ciwanên kurd û hilbijartiyên wan û got ku di serî de parlementer heya hemû girtiyên siyasî neyên berdan ewê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Meclisa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê bi armanca protesto kirina nexweşên girtî û parlementerên BDP’ê li avahiya BDP’a Bajarê Îzmîrê dest bi çalekiya greva birçîbûnê kirin.
Li ser mijarê Dayikên Aştiyê civînekî çapemeniyê li darxistin diyar kirin ku çalekiya greva birçîbûnê ya ku wê rojekê dewam bike endama Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kir ku wê 15 kes beşdar bibin.
Meclisa Dayikên Aştiyê a Amedê ji ber serbest neberdana 4 parlementerên BDP’ê di 24’ê Kanûnê de dest bi çalekiya greva birçîbûnê kirine.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo failên Komkujiya Roboskî derkevin holê, qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê û tehliyekirina wekîlên girtî ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo failên Komkujiya Roboskî derkevin holê, ronîkirina qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê û tehliyekirina wekîlên girtî ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ser navê dayikên aştiyê Dondu Ergîn bang li kesên ku ji bo welatiyên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan digotin, qeçaxçî ne wiha got, “Qeçaxçî kî ne bila li Meclîsê lê bigerin.”
Piştî axaftinê 21 dayikên aştiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.