Dayikên Aştiyê: Êrîşa li dijî goristanê li dijî mirovahiyê ye
Dayikên Aştiyê: Êrîşa li dijî goristanê li dijî mirovahiyê ye
Dayikên Aştiyê: Êrîşa li dijî goristanê li dijî mirovahiyê ye
Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê, êrîşa leşkeran a li dijî Goristana Şehîdan a Egît Sûruç a li Çiyayê Bagokê şermezar kir û diyar kir ku ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Dayikan xwestin kesên êrîş pêk anîne bên ronîkirin û cezakirin.
Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê têkildarî êrîşa leşkeran a li dijî Goristana 43 gerîlayên HPG'ê ya li Çiyayê Bagokê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên ku li avahiya BDP'ê ya Îzmirê têkildarî êrîşa li dijî goristanê û derxistina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlu 'Egît Sûruç" daxuyanî da xwest bi lezgîn lêpirsîn bê destpêkirin û hesap bê pirsîn. Li ser navê dayikan Cemile Aydin, diyar kir ku êrîşa li dijî goristana gerîlayên HPG''ê nayê qebûlkirin û wiha got: "Bila bitirsin, gorên zarokên me jî tehamûl nakin. Ev êrîşek hovane û li dijî mirovahiyê ye. Dayik nikarin li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin. Em kurd naxwazin ev pêvajoya aştiyê xera bibe. Lê her tim ji bo ku aştî xera bibe êrîşî me û nirxên me dikin. Em vê pêkanîn û êrîşê wekî êrîşek li dijî mirovahiyê dinirxînin.