Dayikên Aştiyê êrîşa li ser gorên gerîlayên PKK'ê şermezar kir
Dayikên Aştiyê êrîşa li ser gorên gerîlayên PKK'ê şermezar kir
Dayikên Aştiyê êrîşa li ser gorên gerîlayên PKK'ê şermezar kir
Dayikên Aştiyê yên Sêrtê êrişa kesên nasnameya wan nediyar a li Bazîdê li dijî gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê pêk hat, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê êrîşa li dijî gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ya li Bazîda Agiriyê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kir. Roja borî li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî gorên gerîlayêm PKK û HPG'ê êrîş pêk hatibû.
Di êrişa kesên nasnameya wan nehat tespîtkirin de kevirên gorên gerîlayên PKK'ê hatibûn şikandin. Dayikên Aşityê li ber avahiya BDP'ê ya Sêrtê daxuyanî dan û êrîşa li dijî gorê şermezar kirin. Li ser navê dayikan Maşallah Arslan, diyar kir ku wekî dayikên kurd van êrîşan qebûl nakin û wiha got: "Li aliyekî hikûmeta AKP'ê behsa aştiyê dike, li aliyê din êrîşî gorên zarokên me dike. Bila hurmetê nîşanî gorên zarokên me bidin. Em wekî dayikên kurd dê her tim li zarokên xwe û nirxên xwe xwedî derkevin û em destûr nadin vê yekê. Civîn bi çepikan bi dawî bû.