Dayikên Aştiyê ji bo berdana wekîlan di greva birçîbûnê de ne
Dayikên Aştiyê ji bo berdana wekîlan di greva birçîbûnê de ne
Dayikên Aştiyê ji bo berdana wekîlan di greva birçîbûnê de ne
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, ji bo serbestberdana 4 parlamenterên girtî yên BDP'yê Îbrahîm Ayhan, Gulseren Yildirim, Selma Irmak û Faysal Sariyildiz û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, ji bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li salona civîna çapemeniyê lê hat lidarxistin pankarta bi nivîsa "Ji ber bê edaletiya li ser parlamenterên me em di greva birçîbûnê de ne" û wêneyê dawî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Berdevka Demî ya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Kûdret Eryilmaz li vir peyivî û diyar kir ku bi armanca şermezarkirina bernedana parlamenterên BDP'yî, ew dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan dikin.
Eryilmaz her wiha komkujiyên rû dane şermezar kir û got, "Em komkujiyên Roboskî, Parîs û Geverê şermezar dikin. Salvegera komkujiya Roboskî nêz dibe. Piştî ku me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, emê biçin Roboskî û piştevaniya malbatan bikin. Me greva birçîbûnê ya HDP'ê ya li Meclîsê dewir girtin. Her wiha wêneyên Rêberê me di dewam dawî de hatin weşandin. Em gelekî kêfxweş in, lê belê ev wêne têrê nake, em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
Meclîsa Dayikên Aştiyê wê greva birçîbûnê di 26'ê Kanûnê de li avahiya xwe ya meclîsê bi civîneke çapemeniyê bi dawî bikin.