Dayîkên Roboskiyê: Em dê heta qiyametê hesaba zarokên xwe bipirsin
Dayîkên Roboskiyê: Em dê heta qiyametê hesaba zarokên xwe bipirsin
Dayîkên Roboskiyê: Em dê heta qiyametê hesaba zarokên xwe bipirsin
Di 213’mîn hefteya çalakiya Dayîkên Şemiyê de, dayîkên Roboskî tevlî bûn û xwestin kujerên 34 zarokên wan demildest bêne aşkera kirin. Dayîkên Roboskiyê anîn ziman ku, ew dê heta qiyametê hesaba zarokên xwe bipirsin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 213'emîn li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Endam û rêveberên ÎHD'ê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, GOÇ-DER, KESK û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Ligel van Dayîkên Roboskiyê yên ji Roboskiyê hatin, rêveberên Odeya Tabîban a Amedê, Nivîskar û Rojnameger Nuray Mert û Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk jî tevlî çalakiyê bûn.
Berî çalakiya rûniştinê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, 213 heftene ji bo winda û kiryarên wan ên ji aliyê dewletê ve hatin veşartin peyda bikin têkoşînê didin û wiha got: "Lê heta niha ligel hemû kedan tu gav neavêtine. Weke hemû kes dizanin pêvajoya diyalog û muzakereyê hate destpêkirin. Em bawer dikin ku, heke aştî pêk bê divê berî her tiştî winda bên dîtin û kiryar bên darizandin. Divê kiryarên 34 kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin bên dîtin. Heta ev yek pêk neyên pêvajoya aştiyê ji bo me pêk nayê."
AQUBETA DIXTORÊN HATIN WINDA KIRIN PIRSÎN
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş jî çîroka dixtorên hevalên wan ên di salên 1990'an de di binçavan de hatin windakirin û bi cinayetên kiryar nediyar hatin windakirin vegot. Karadaş diyar kir ku, kiryarên Dr. Zekî Tanrikulu yê di sala 1992'an de li Farqînê, Dr. M.Emîn Ayhan dê di sala 1993'an de û Alî Îhsan Dagli yê ku di sala 1995'an de hatin windakirin hêj nehatin darizandin û wiha got: "Van hevalên ji bo gelê xwe xebat kirin. Kiryarên wan havalên me ji bo be diyarin. Lê bi awayekî kiryarên wan nediyar bin hatin girtin û ji wan tu agahî nayên girtin. Ji wê rojê heta niha tu lêpirsînên rêk û pêk hatin meşandin. Em dê hesaba hevalên xwe bipirsin."
'HETA QIYAMETÊ EM DÊ HESABA ZAROKÊN XWE BIPIRSIN'
Pişt re li ser navê dayîkên Roboskiyê dayîka Şivan Encu Leyla Encu axivî û diyar kir ku, di ser bûyerê de 16 meh derbasbûn lê hêj kujerên zarokên wan nehatine dîtin û wiha got: "Kiryarên zarokên me Erdogan baş dizane. Heke wisa neba dê heta niha derxistiban holê. Erdogan soz dabû me. Gotibû dê kiryarên zarokên me peyda bike. Lê heta niha hê dernexistine holê. Em vê yekê qebûl nakin. Ev bûyerekî biçûk nîne. Tayyîp Erdogan, ez bang li te dikim, çavê xwe veke me bibîne. Ev ji we re namîne. Zarokên me hemû xwendekar bûn. Dixwastin tevkariyê bidin aboriya malê. Ji me re dibêjin 'em tazmînatê bidin we' Em dê çawa vê tazmînatê qebûl bikin. Em ji we tazmînatê na kujerên zarokên xwe dixwazin. Vê yekê baş bizanin em pêşiya we bernadin. Em dê heta qiyametê hesaba zarokên xwe bipirsin."
Endamên Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk jî diyar kir ku, Kurd her tim li ser erdnîgariya jiyîn bi gelên din re di nava aştiyê de jiyane û wiha got: "Lê gelê Kurd her tim rastî êrîşan hatin. Bi sed hezaran şehîd dan. Ligel van hemûyan em li pey tolhildanê nînin. Em tenê aştiyê dixwazin. Em dixwazin windayên me bên dîtin. Em nasname, çand û zimanê xwe dixwazin. Êdî Kurd bêstatû naxwazin bijîn."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.