Dayikên Şemiyê aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Serdar Taniş ku serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyê bû û nûnerê navçeyê Ebûbekîr Denîz ku 12 sale agahî jê nayên girti pirsîn û di çalakiyê de hate destnîşankirin ku kujerên wan dewlet e.
Dayikê Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çaalakiya xwe ya runiştinê ya li ber Lîseya Cizîrê vê heftyê jî berdewam kir. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990’an de hatine wendakirin hatin hildan. Di çalakiyê de ligel xizmên wendayan nûnerên MEYA-DER û KURDÎ-DER’ê jî tevli bûn.
Xwişka, Ahmet Bulurê di sala 1995’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat wendakirin, Aysa Bulur li ser navê dayikên Şemiyê axivî û wiha got:
“Divê hestiyên kesên bi salan berê hatine wendakirin bên dîtin û bûyer bên ronîkirin. 12 sal berê li navçeya Silopiya Şirxên serokê HADEP’ê Serdar Taniş û nûnerên navçeyê Ebubekîr Denîz hatin kuştin. Kujerên wan dewlete. Bi van komkujiyên wisa dixwazin gelê kurd paşve gavê bavêje. Taniş û Denîz di 25’ê çileyê 2001’an de ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Silopiyê ve tên gazîkirin û careke din ji wan agahî nayên girtin.”
Bulur da zanîn ku divê aqûbeta Taniş û Denîş bê aşkera kirin û hestiyên wan jî bidin malbatên wan, kujer jî bên darziandin.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.