Dayikên Şemiyê: Bila leşker şahidî û agahiyên xwe bi civakê re parve bikin
Dayikên Şemiyê: Bila leşker şahidî û agahiyên xwe bi civakê re parve bikin
Dayikên Şemiyê: Bila leşker şahidî û agahiyên xwe bi civakê re parve bikin
Dayikên Şemiyê di hefteya 446'an de dîsa li Qada Galatasarayê li hev kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de Sariye Gulmez, diyar kir ku ew dîsa tev li xizmên xwe yên winda cejnek din pêşwazî dikin û wiha got: "Serokwezîr Erdogan di cejnê de diçe ser gora dayika xwe, lê em biçin ku? Bila rêyekê nîşanî be bide." Dayika Şemiyê Maside Ocak jî bang li leşkerên salên 90'î kir û xwestin şahidî û agahiyên xwe bi civakê re parve bikin.
Dayikên Şemiyê wekî her hefte vê hefteyê jî bi silogana "Faîl diyar in, winda li kune?" li Qada Galatasarayê Çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên şemiyê di hefteya 446'an de dîsa li hev kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe hembêz kirin û qurnefil xistin destê xwe. Dayikan vê hefteyê çîroka Nazim Gulmez ê di sala 1994'an de li Dêrsimê ji aliyê leşkerên Tabûra Komandoyên Bolû ve hat windakirin pirsîn. Dayikan biryara rawestandina înfazê ya der barê Mehmet Agar de jî şermezar kirin.
‘TENÊ DAYIKA ZAROKÊN RECEP TAYYIP ERDOGAN NAGIRÎ.’
Dayika Murat Yildiz ê di sala 1994'an de hat windakirin Hanife Yildiz, bertek nîşanî Mehmet Agar da û diyar kir ku niha bi keyfa xwe li derve digere û kêfa xwe dijî. Yildiz, anî ziman ku her tim dayikên kurd digirîn û wiha got: "Tenê dayika zarokên Recep Tayyip Erdogan nagirî." Birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir jî anî ziman ku tenê daxwaza wan ewe ku dewlet bi rastiya xwe û paşeroja xwe re bê rûqalî hev û rastiyan ronî bike. Kirbayir, anî ziman ku daxwaza wan di ve cejnê de gora xizmên wan ên winda bên diyarkirin û di cejnê de gora ku karibin biçin li ser bigirîn û ziyaret bikin hebe. Parêzerê Nazim Gulmez ê di sala 1994'an de li Dêrsimê ji aliyê leşkerên Tabûra Komandoyên Bolû ve hat windakirin Parlamenterê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun jî anî ziman ku Fermandarê Tabûra Komando ya Bolu Yavuz Erturk rojên borî berî ku dem di serde bibore 1 roj berê îfade da dadgehê Aygun anî ziman ku dema Erturk îfade da û digiriya dîsa tabûra xwe parast.
Dayikan vê hefteyê çîroka Nazim Gulmez ê di sala 1994'an de li Dêrsimê ji aliyê leşkerên Tabûra Komandoyên Bolû ve hatî windakirin pirsîn. Ji Dayikên Aştiyê Maside Ocak jî anî ziman ku navê Dêrsimê paşve didin, lê gelo dê windayên Dêrsimê jî paşve bidin ya na. Ocak, anî ziman ku Gulmez 19 sal berê hat windakirin û wiha got: "Di sala 1994'an de Gulmez 61 salî bû û ji gundê Torukê yê Hozatê hat revandin. Leşkerên Ferbandariya Tabûrê bi zorê ji malê birin û piştre neanîn û winda kirin.