Dayîkên Şemiyê çîroka Mesût Dîndar vegotin
Dayîkên Şemiyê çîroka Mesût Dîndar vegotin
Dayîkên Şemiyê çîroka Mesût Dîndar vegotin
Dayîkên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mesût Dîndar yê astengdar ku di sala 1992'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û pişte hat qetilkirin vegotin.
Çalakiya Dayîkên Şemiyê ku her roj şemiyê li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir. Dayîkên Şemiyê dîsa bi wêneyên windayan li ber dîwarê Amadeyiya Cizîrê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayîkan di çalakiyêde vê hefteyê çîroka Mesût Dîndar ê di sala 1992'an de li Cizîrê hat binçavkirin û pişt re hat qetilkirin vegotin.
Dayîka Şemiyê Asya Dîndar, çîroka kurê xwe vegot û wiha got: "Rojekê serê sibê hatin kurê min ji malê binçavkirin. Destpêkê îşkence li wî kirin. Piştre dîsa binçavkirin. Piştre werîs bi sitûyê wî ve girêdan û li pey panzêrê li Çemê Saklanê yê Cizîrê li pey xwe kaş kirin û qetil kirin. Li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye hat mehkumkirin jî hêj Tirkiye kujerê kurê min ronî nekiriye. Heta qatil bên dîtin û darizandin em dê dozê bişopînin."