Dayîkên Şemiyê dayîka ku ligel 5 zarokên wî hatin qetilkirin bibîranîn

Dayîkên Şemiyê dayîka ku ligel 5 zarokên wî hatin qetilkirin bibîranîn

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya vê heftê de çîroka 6 ferdên malbata Elgun yên ku di sala 1993'an de li gundê Xirapreşkêya Cizîrê di serdegirtina malan de ji aliyê gule barana leşkeran ve hatin qetilkirin hat vegotin. Davut Elgun yê ku di komkujiyê de hevsera xwe û 5 zarokên xwe windakir diyar kir ku ji ber ku wê rojê li gund nebûye îro dijî.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dayîkên Şemiyê ji bo ku aqubeta xizmên xwe bipirse 253'emîn car li ber Dibistana Amediyî ya Anadoluyê bi dirûşma "Bila windahî bê dîtin û kiryar bê girtin" hatin gel hev. Dayîkên ku li ber Dibistana Amedeyî ya Anadoluyê hatin gel hev wêneyên xizmên xwe yên ku di kuştinên "kiryar nediyar" de windakirin hilgirtin. Rêveberên MEYA-DER'ê û Şaredarê Cizîrê Metîn Bayik tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan xizmên windahiyan. Di çalakiya ku her hefteyê çîrokek tê vegotin de vê heftêye jî ji aliyê Davut Elgun ve çîroka 6 ferdên malbata Elgun yên ku di sala 1993'an de li gundê Xirapreşkêya Cizîrê di serdegirtina malan de ji aliyê gule barana leşkeran ve hatin qetilkirin hat vegotin.
Davût Elgun diyar kir ku dema ku bûyer çêbûyî ew li gund nebûye û leşkeran di serdegirtina gunde dor li mala wan avêtine û jin û zarokên wi yê di mal de bi awayek hovane qetil kirine.
Elgun anî ziman ku wê rojê ji ber ku li mal nebû dijî û wiha got: "Bi fermana serfermandarê bi navê Aydin hemû malbata min dinava yek demjimêrî de hatin windakirin. Dema ku ev roj tê bîra min ez hêj jî di axaftinê de zehmetiyan dikşînim. Hemû ferdên malbata min keça mina bi navê Hacer , kurên min yên binavên Lokman, Hidir, M. Nezîr, Murat û hevsera mina bi navê Nasîbe yek bi yek hatin qetilkirin. Çi sucê me hebûn? malbata min qelandin. Kiryarên bûyerê diyarin lê hêj jî dernaxin pêşberî dadê."
Piştî axaftina 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre çalakî bidawî kirin.