Dayikên Şemiyê: Goreke ku em ziyaret bikin nîne

Dayikên Şemiyê: Goreke ku em ziyaret bikin nîne

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li qada Galatasarayê pirsa wendayan kirin û dayikan diyar kirin ku di cejnê de goreke zarokên wan ku ziyaret bikin nîne. Vê hefteyê aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ku di sala 2004'an de ji bo betlaneyê çû Îgne Adayê û careke din agahî jî wî nehat girtin, hat pirsîn. 

Dayikên Şemiyê di hefteya 437'emîn de li Qada Galatasarayê hatin cemhev û careke din hesabê windayan pirsîn. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî tevli çalakiyê bû. Vê hefteyê aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ku di sala 2004'an de ji bo betlaneyê çû Îgne Adayê û careke din agahî jî wî nehat girtin, hat pirsîn.

Keça Ahmet Kayayê ku di sala 1996'an de li Şirnexê di bin çavande hat windakirin, Emîn Kaya axivî û wiha got: "Gora xizmên me nîne em biçin ziyaret bikin. Em bang li mezinan dikin. Qet nebe bila goreke me hebe." Piştre çîroka Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993'an de li Rihayê di bin çavande hat windakirin, ji aliyê kurê wî Şerîf Taşkaya ve hat vegotin. Taşkaya anî ziman ku tenê sûcekî bavê wî hebû, ew jî kurd bû. Bavê Hasan Ocak, Alî Ocak da zanîn ku kujerên kurên wî diyar in û dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.

Kadriye Ceylan diyar kir ku kurê wê Tolga Baykal Ceylan 9 sal berê çû betlaneyê û careke din agahî ji wî nehat girtin û wiha axivî: "Piştî kurê min winda bû min cejn pîroz nekir. Kurê min ji aliyê rayedarên dewletê hat windakirin. Parlamenter Sebahat Tuncel da zanîn ku di cejnê de daxwaza wan ew e ku hestiyên windayan bibînin.