Dayikên Şemiyê: Hestiyê mirovên din li kune?

Dayikên Şemiyê: Hestiyê mirovên din li kune?

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe berdewam kirin û aqûbeta 17 hezar û 500 welatiyên di salên 1990'arn de hatin windakirin pirsîn. Dayikan diyar kirin ku ew li Bassayê gihiştin hestiyên 4 welatiyan û pirsa hestiyê wehatiyên din pirsîn. 

Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku her hefte li ber Lîseya Cizîrê tê lidarxistin vê hefteyê jî bi lêpirsîna aqûbeta windayan berdewam kir. Dayikan diyar kirin ku di salên 1990'an de bi hezaran welatiyên sivîl ji mal û kolanan hatin binçavkirin û windakirin. Dayikan vê hefteyê jî çalakiya xwe berdewam kir. Dayikan vê hefteyê li ser bûyera 4'ê Hezîrana 1994'an rawestiyan û diyar kirin ku 4 jê gundî bi tevahî 7 kes hatin înfazkirin. Dayikan anîn ziman ku leşkeran li Gundê Bana yê Bassa ya Şirnexê bi ser gund de girt û li welatiyan îşkence kir. Dayikan anî ziman ku li ser serlêdana malbatan û parêzeran di 23'ê Cotmehê de li Gundê Bana yê Bassa ya Şirnexe kolandin hat kirin û di kolandinê de hestiyên aydî Mehmet Ozkan (63), Mehmet Kaya (56), Şerif Ekin (20) û Abdulselam Demir (26) hatin ditin. Dayikan anîn ziman ku hestiyên hatin dîtin ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Rêveberê MEYA-DER'ê û ÎHD'ê jî piştgirî dan dayikan. 

HESTIYÊN PERÇEKIRÎ LI PEY HEV RÊZ KIRIN

Li ser navê dayikan xwişka Mehmet Ozkan Ayşe Sezgin, çîroka bûyerê vegot û anî ziman ku di sala 1994'an de 7 kes hatin kuştin û cesedên wan li pey hev rêz kirin. Sezgîn, da zanîn ku şevekê cenazeyê wan li erdê ma. Resûl Kaya jî ani ziman ku di operasyona leşkeran de wî bavê xwe yê 63 salî Mehmet Kaya winda kir û wiha got: "Ez berî her kesî hatim cihê bûyerê. Li cihê bûyerê cenazeyê 3 gundiyan bi tevahî cenazeyê 6 kesan perçe kiribûn û li pey hev rêz kiribûn. Cenaze di nava xwînê de hatibûn hiştin." 

Li ser navê Dayikên Şemiyê rêvebera Basa ya MEYA-DER'ê Hanim Dayan jî anî ziman ku ev mirov bê sûc hatin kuşin. Nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnexê Yusuf Vesek jî anî 17 hezar û 500 mirov hatin windakirin û xwest aqûbetawan jî bê ronîkirin. 

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan û silogana "Şehît namirin" bi dawî bû.