Dayîkên Şemiyê ji bo windayan edalet xwest
Dayîkên Şemiyê ji bo windayan edalet xwest
Dayîkên Şemiyê ji bo windayan edalet xwest
Dayîkên Şemiyê aqûbeta Kemal Mubarez ê di sala 1993'an de li navçeya Cizîrê hatibû windakirin pirsîn û çîroka wî vegotin.
Dayîkên Şemiyê, çalakiya heftane ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê berdewam kirin. Dayîk û xizmên windayan li ber Amadeyiya Cizîrê kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayîkan wêneyên zarok, hevjîn û xizmên xwe yên di salên 1990'an de hatin revandin û windakirin hembêz kirin û aqûbeta wan pirsîn.
Dayîkan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Kemal Mubarez ê di sala 1993'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hat revandin û windakirin vegotin. Xizma Kemal Mubarez Sacide Mubarez, çîrok vegot û wiha got: ""Mirovên çekdar ên sivîl di ser mala me de girtin. Di serdegirtina malê de Kemal bi zorê ji malê birin. Piştre bi texsiya Torosa sipî kirin û ji malê birin. Me xwest em Kemal nedin wan, lê gefên kuştinê li me xwarin û bi zorê birin. Piştre birin Nisêbînê. Piştre me bihîst ku bi îşkenceyê Kemal kuştine, lê me cesedê wî nedît. Em dixwazin kujer bên darizandin û cesedê Kemal û windayên din bên dîtin. Em hestiyê windayên xwe dixwazin."
Mubarez anî ziman ku, heta hemû winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Dayîka piştî daxuyaniyê çalakiya 5 teqîqe rûniştinê pêk anîn.