DBK: Deriyên sînor ji bo diyalogan gef e

DBK: Deriyên sînor ji bo diyalogan gef e

Ji DBK’ê banga bila deriyên sinor vebin

Desteya Bilind a Kurd ku ji bo hin hevdîtinên dîplomatîk ku li Enqere û Stenbolê ziyaret pêk anîn Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî ziyaret kir. Li ser navê heyetê Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye û Rojava berî şoreşê jî cîranên hev bûn û wiha got: "Îro cîrantiya wan cudatir e. Divê gelê Rojava û Tirkiyeyê her tim di nava dan û stendinê de be. Lê deriyên sînor ên girtî li pêş têkiliyê astengî û gefa herî mezin e.

Heyeta Desteya Bilind a Kurd ku ji bo têkiliyên dîplomatîk çû li Enqere û Stenbolê hevdîtin pêk anîn, piştî hevdîtinan Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir û civîna çapemeniyê pêk anî. Endamên heyetê Îlham Ehmed û Ebdulselam Ehmed, di civînê de têkildarî hevdîtinên xwe agahî dan. Di civînê de li ser navê heyetê endama heyetê Îlham Ehmed, diyar kir ku di serî de bi Wezîrtiya Karên derve û gelek saziyên dewletê re hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Ji destpêka Rojava heta niha gelek geşedan pêk hatin. Ji bo şer pêş bikeve çek û alîkariya lojîstîk dan muhalifan. Lê her kesî fam kir ku, ev ne çareserî ye. Her kesî dîtin ku dixwazin di bin navê Îslamê de şerê bi xwîn pêş bixin. "

'PIRANIYA SÛRIYÊ DI DESTÊ MUXALIFAN DE YE'

Abdulselam Ahmet, da zanîn ku Tirkiye ji bo çeteyan deriyê sinor vekir û ev çete bi kurdan re şer dikin. Ehmed, anî ziman ku ev çete hêj bi kurdan re di nava şer dene û wiha got: "Ger ku piştgiriyê ji ser çeteyên Sûriyê qut nekin dê pirsgirêk bêtir bibin. Ger ku sibê rejîm têk biçe jî divê rêveberî têkeve destê hêza demokratîk. Kurdên rojava tenê ji bo xwe şer nakin. Hem ji bo xwe û hem jî ji bo pêşeroja Gelên Sûriyê û Rojhilata navîn şer dikin. Ji ber kurdan li herêma xwe parastina mafê hemû gelan kir hemû gelên li Rojava bûn yek. Kurdan her dem parastina rewa pêx xist. Kesên ku gotin xweseriya Demokratîk dê Sûriyê perçe bike şaş derketin. Xweseriya Demokratîk ku li Sûriyê pêş bikeve dê her kesî bi hnêz bike.

'DERIYÊN SÎNOR JI BO DIYALOGAN GEF E'

Ehmet, da zanîn ku ji ber Tirkiye deriyê sînor li ser Rojava digire gelên Rojava di aliyê aborî û maddî de pirsgirêkên mezin dijîn û wiha got: "Siyaseta di navbera Rojava û Tirkiyeyê de pêş nakeve. Bi taybetî alîkariya Kurdistana Bakur ku ji Rojava re dişîne tê astengkirin. Îro cîrantiya wan cudatir e. Divê gelê Rojava û Tirkiyeyê her tim di nava dan û stendinê de be. Lê deriyên sînor ên girtî li pêş têkiliyê astengî û gefa herî mezin e.
Em wekî kurd dê beştarî Konferansa Cenevreyê bibin. Em dê dosyayên xwe li ser maseyan dînin û doza mafên xwe bikin."