DBK'ê bûyera revandina Doktor Xêreldîn Hisên şermezar kir
DBK'ê bûyera revandina Doktor Xêreldîn Hisên şermezar kir
DBK'ê bûyera revandina Doktor Xêreldîn Hisên şermezar kir
Desteya Bilind a Kurd (DBK) derbarê revandina Doktor Xeyreldîn Hisên li bajarê Qamişloyê, daxuyaniyeke niviskî weşand. DBK'ê bûyera revandinê şermezar kir û banga serbestberdana Dektor Hisên kir.
Li Qamişloyê komeke nenas, bi zora çekan Doktor Xeyreldîn Hisên ji ber mala wî revandin, koma çekdar berdêla serbestberdana Doktor Hisên ji malbatê pere xwestin.
Têkildarî minarê DBK'ê daxuyaniyeke niviskî weşand û diyar kir ku li barêzgeha Hesekê bûyerên revandina mirovan û talankirn zêdebûne. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Qamişlo û bajarên kurdan bûyerên bi vî rengî pir kêm diqewimin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, bûyera revandina Doktor Xeyreldîn Hisên ji ber deriyê mala wî hate şermezar kir û ji koma çekdar hate xwestin ku di zûtirîn dem de doktor Hisên serbest were berdan. Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyan hate kirin ku alîkariya hêzên asayişê bikin ku karibin ku bûyerê aşkere bikin.