DBK’ê Lijneya Têkiliyên bi Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê re ava kir
DBK’ê Lijneya Têkiliyên bi Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê re ava kir
DBK’ê Lijneya Têkiliyên bi Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê re ava kir
Civîn duh êvarê li avahiya DBK’ê ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di civîna ku endamên desteyê tevlî bû de, li ser mijarên wekî, “Ewlekariya Sûriyeyê û herêmên kurdan”, “Pevçûnên li Serêkaniyê û bangên agirbestê”, “têkiliyên bi Kolîsyona Muxalefeta Sûriyeyê re” û “dahatuyên deriyê sînor” nîqaş hatin kirin.
Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Bilind dane, di civînê de hate diyarkirin ku DBK amadeye bi Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê re danustendinan çêbike û hate gotin ku ev danustendin jî wê li ser esasê çareserkirina pirsgirêka kurd û ewlekariya herêmê werin çêkirin.
Di encama nîqaşên ku hatine meşandin de, ji bo têkiliyên bi Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê re, lijneyek hate avakirin. Hate diyarkirin ku ev lijne wê daxwazên agirbesta ji bo pevçûnên li Serêkaniyê binirxîne û bi derdorên ku dixwazin derbarê şerê Serêkaniyê de hevdîtinan pêk bîn re, bi axive.
Mijareke girîng a ku di civînê li ser hatiye rawestîn jî dahatuyên deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê bû. Di encama nîqaşan de hate destnîşankirin ku dahatuyên deriyê sînor wê ji bo 3 saziyên netewî yên Rojavayê Kurdistanê bêne veqetandin, lê navê van saziyan nehat diyarkirin.