DBP bi hemû rêxistinên xwe wê sibe li Pirsûsê be
DBP bi hemû rêxistinên xwe wê sibe li Pirsûsê be
DBP bi hemû rêxistinên xwe wê sibe li Pirsûsê be
DBP’ê diyar kir berxwedana Kobanê têkoşîneke hebûnê ye û wê sibe bi hemû rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan li Pirsûsê be. DBP’ê banga beşdariya vê parastina mirovatiyê li saziyên civaka sivîl û dezgehan kir.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), têkildarî berxwedana Kobanê û çalakiyên sînor ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, destnîşan kir ku Kobanê bi têkoşîneke destanwarî rûmeta mirovatiyê diparêze.
DBP’ê di daxuyaniya xwe de got , “Ev berxwedana li ber çavên gelên Kurdistan û cîhanê pêk tê, êrîşên çeteyên DAIŞ rawestandine û cih bi cih paşde xistine. Hewesa hêzên hewl dan Kobanê vala bikin û ji mirovan vala bikin di qirika wan de maye.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ciwanên Kobanê ji bo parastina welêt careke din vegeriyane xaka xwe û ciwanên Bakur jî di parastina Kobanê de bi awayekî aktîf cih girtine.
DBP’ê anî ziman ku piştgiriya AKP’ê ya ji çeteyên DAIŞ re her roj bi mînakên nû re derdikevin holê.
DBP’ê destnîşan kir ku tevî vê jî li Pirsûsê bi gaz, cop, ava şid, guleyên rastî êrîşî gel dikin û berxwedana Kobanê wek, “Ji parastina welatekî wêdetir têkoşîna hebûnê ye.”
DBP’ê diyar kir ku wê sibe bi tevayî rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan li Pirsûsê bin, DBP’ê banga beşdariya vê parastina mirovatiyê li saziyên civaka sivîl û dezgehan kir.