DBP: Divê hêzên demokrasiyê li cem gelê Kurd cih bigirin

DBP: Divê hêzên demokrasiyê li cem gelê Kurd cih bigirin

Hevserokên DBP'ê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û saziyên civakî yên sivîl kirin, ku li cem gelê Kurd ê li dijî qirkirin û gefa xalîkirina etnîkî berxwedaneke mezin dimeşînin, cih bigirin.

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna û Kamûran Yuksek bi daxuyaniyeke nivîskî bang li raya giştî, hêzên demokrasiyê û saziyên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê kirin, ku li cem gelê Kurd ê li dijî qirkirin û gefa xalîkirina etnîkî berxwedaneke mezin dimeşînin, cih bigirin.

Ayna û Yuksek êrîşa leşker û polîsan a li hemberî gelê Pirsûs û Kobanê ya li ser û bin xetê şermezar kirin û bang li hikûmetê kirin ku pêşberî gel û mirovahiyê bi berpirsyarî tevbigere.

Hevserokan bal kişandin ser êrîşa îro danê sibê ya leşkeran a li hemberî gelê li ser sînor û bibîr xistin ku di êrîşê de 2 jê giran gelek kes birîndar bûne û yek ji birîndaran Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû rakirine nexweşxaneyê. Hevserokan diyar kirin ku li dijî gelê li ser sînor danê nîvro jî çek hatiye bikaranîn.

Hevserokên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek bang li hikûmeta AKP'ê kirin ku dest ji polîtîkayên bêberpirsyar û durû yên ji her şêweyên exlaqê bêpar in berde û li dijî barbariay DAIŞ'ê li cem gelên Rojhilata Navîn li cem mirovahiyê helwesteke zelal nîşan bide. 

Hevserokan bang li raya gişî, hêzên demokrasiyê û rêxistinên civakî yên sivîl kirin ku destekê bidin Rojava û gelên li Rojhilata Navîn.

Hevserokan gotin, "Baweriya me ji sedî sed e, ku îro wê Kobanê, sibê jî wê gelên Rojhilata Navîn di nava piştevaniyê de barbariyê têk bibin û aştiyê ava bikin."