DBP’ê banga berxwedana bêdem kir

DBP’ê banga berxwedana bêdem kir

DBP’ê bi dirûşmaya, “Pirsûs Kobanê ye, Kobanê Pirsûs e” bang li tevayî pêkhateya xwe ya rêxistinkirî kir da ku tevlî berxwedana bêdem a li hember çeteyên DAIŞ bibin.

Li hemberî Kantona Kobanê  êrîşên çeteyên DAIŞ ku dewam dikin Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi giştînameya ku ji tevayî pêkhateya xwe ya rêxistinkirî re şand li dijî çeteyên DAIŞ bi ruhê “Pirsûs Kobanê ye, Kobanê Pirsûs e” banga berxwedana bêdem kir.

Di giştînameyê de hat diyarkirin ku berxwedana Rojava bi moralekî mezin didome û yek ji destketiyên herî girîng ê gelê Kurd e û wiha dewam kir, “Dewletên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ, dixwazin bên ser berxwedana gelan û tune bikin. Ji bo em ji vê hovîtiyê re bêjin raweste divê em di nav serferbertiya topyekûn de bin. Tevî ku berxwedana Rojava berxwedana me ye. Xwedîderketina li wê jî berpirsiyartiya me ye.”

Di giştînameyê de hat diyarkirin ku berxwedana li Pirsûsê ya li dijî DAIŞ ji deh rojan ve didome û wiha hat gotin, "Ji bo em vê berxwedanê bihêztir bikin divê tevayî bajêr û navçeyên me, endam, rêveber, hevşaredar û endamên me yên Meclîsê tavilê bi girseyî tevlî bibin. Pêwîst e em tevayî derfetên xwe ji bo şoreşa Rojava seferber bikin,  tevayî gelê mey ê dixwaze tevlî jî bibe bilez rêxistin bikin. Divê hemû rêveberiyên me heta ji wan bên tevlîbûnê zêde bikin. Bi sedhezaran bikin hedef û bi ruhê Pirsûs Kobanê ye Kobanê Pirsûs e tevbigerin.”

BI SEDAN KES JI MÊRDÎNÊ BERÊ XWE DAN PIRSÛSÊ

Her wiha, ji Mêrdînê jî bi pêşengiya DBP’ê tevî endamên rêxistinên sivîl, komele, odeyên pîşeyan, sendîka, gelên cuda, dayikên aşitiyê, xebatkarên Şaredariya Mezin a Mêrdînê û şaredariya Artûklûyê, bi sedan kes bi armanca piştgiriya bi berxwedana bi Kobanê re, li Parka Karayollariyê li hev kom bûn û berê xwe dan Pirsûsê. Kesên çûn xeta sînor a Kobanê bi tilîlî û çepikan hatin birêkirin.

ŞANDEYA KESK’Ê JI ÎZMÎRÊ BI RÊ KET

Şandeya ji nuner û endamên DÎSK, KESK û TMMOB’ê pêk dihat ji Îzmîrê ber bi Pirsûsê ve bi rê ket. Nêzî 40 kesên li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li hev kom bûn. Di nava şandeyê de berdevkên KESK’ê Îdil Ugurlu, Berdevkê Demê yê ÎKK ya TOMMOB’ê ya Îzmîrê û Sekreterê Odeya Endezyaran a Îzmîrê Melîh Yalçin û Berdevk û Sekreterê Demê yê Genel Îşê Veysel Erol û gelek nûner û endamên sendîkayan hene.

Beriya otobûs bi rê bikeve, daxuyaniyek ji aliyê nûnera KESK’ê Îdîl Ugurlu ve hate dayin û da zanîn ku ew ê piştgiriya bi gelê Kobanê yê ku bi komkujiyê re rû bi rû ye diçin.

Ugurlu got: “Ji bo em diyar bikin ku em piştgiriyê didin gelê Kobanê yê ku bi dramê dijî, em diçin gel wan. Em bang li her kesê ku dibêje em mirov in dikin ku piştgiriyê bidin gelê Kobanê. Em lanetê li hêzên ku hewl didin gelê Kobanê tune bikin dibarînin.”