DBP’ê ji bo Kobanê banga ruhê seferberiyê kir
DBP’ê ji bo Kobanê banga ruhê seferberiyê kir
DBP’ê ji bo Kobanê banga ruhê seferberiyê kir
DBP’ê bang li hemû rêxistinên navend, navçeyan û hemû saziyên têkildar kir ku ji bo Kobanê bi ruhê seferberiyê biherikin Pirsûsê.
DBP’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û banga berxwedanê kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku DAIŞ ev du sal e li hemberî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn komkujiyan pêk tîne û wiha berdewam kir: “Li gel van êrîşên hovane Gelê Rojava di nava bêderfetiyan de û di bin ambargoya mezin de şerê rûmetê meşandiye. Vê berxwedanê rûmeta mirovan a di bin lingan de xilas kiriye. herî dawî di êrîşên li hemberî Kurdistanê de hatiye dîtin ku tu pîvana van êrîşên hovane nemaye. Hedefa esas a van êrîşan ev e ku qezencên Gelê Kurd û Rojava tune bikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê gihiştiye asteke cidî û ev bang hat kirin: “Em diyar dikin ku em ê li dijî têkoşîna rûmetê ne temaşevan bin. Divê hemû saziyên civaka sivîl û saziyên berpirs li dora berxwedana Kobanê bibin xelek, hêzê bidin û ji bo tevlî berxwedanê bibin bi ruhê seferberiyê biçin Pirsûsê. Li dijî van êrîşan divê em bibin yek beden û xwedî li van qezencan derkevin. Em wek DBP bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkeve û li dijî êrîşên DAIŞ’ê bibin yek beden û biherikin navçeya Pirsûs Rihayê."