Dê 15’ê Sibatê her kes li qadan bin
Dê 15’ê Sibatê her kes li qadan bin
Dê 15’ê Sibatê her kes li qadan bin
Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut tevlî civîna gel a li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê bû. Zumrut diyar kir ku her kes di 10 Sibatê de tevli meşa meşaleyî bi bin û wiha got: "Divê gel heta 15 Sibatê xwedî însiyatîf tev bigere û roja 15'ê Sibatê kincê sor bê li xwe kirin."
Rêxistina BDP'a Amedê li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê bi mabesta salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê civîna gel li dar xist. Civîna gel li Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a taxa 5 Nîsanê pêk hat. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut tevlî civînê bû. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevseroka BDP'a Amedê Zumrut, diyar kir ku 15 Sibatê ji bo gelê kurd rojekî tariye, ew kesê ew roj tarî kirin jî hêzên navnetewî û dewleta Tirkiyeye lê gelê kurd ev raj bi berxwedana xwe ronî kir. Zumrut, da zanîn ku kesên biryara komla ya 15'ê Sibatê girtine xwestin ku bê Reber bihêlin lê bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin ku biryara wan vala derket. Zumrut, destnîşan kir ku gelê kurd peyama ji Îmraliyê tê teqez pêk tîne û wiha got: "Kesên ku ev koplê pêk anî xwestin ku gelê kurd bê serî bihêlin, têr nekir tecrît li ser Serokatî pêk anî. Lê hem gel û tevger û hem jî dîlên azadiyê bi berxwedan û têkoşîna bêhempa bi wan gav paşde da avêtin. Hikûmeta AKP'ê neçar ma dest bi hevdîtinan kir."
Zumrut, diyar kir ku AKP dev ji polîtikayê xwe yên qirêj bernade, li aliyekî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina dike, li aliyê din jî operasyon ê siyasî û leşkerî pêk tîne ev yek jî bêsamîmiyeta AKP'ê ya nîzîk bûna çareserkirina pirskirêka kurd radixe ber çavan. Zumrut da zanîn ku ji nihe û heta 15'ê Sibatê gel berxwedanek mezin nîşan bide û wiha got: "Ji bo em destê Serokatî zêde xurt bikin divê em berxwedanek mezin nîşan bidin. Divê gel xwedî însiyatîf bin. Divê gel bêjê we roja 15'ê Sibatê li me reş kiriye em dê bi berxwedana xwe ev rojê ronî bikin."
Zumrut, banag li gel kir kudi 15'ê Sibatê de li qadan bin û wiha axivî: "15'ê Sibata îsal dê ji hemû salan cudatir be. Em ê bi kicê sor derkevin qada." Zumrut, ji hemû kesan ra xwest ku bi awayekî hêz derbikevîn kolanan û komployê şermezar bikin.
Zumrut, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew dê di 10'ê sibatê de ji ber Komeleya Hemwelatiyê Azad û Wekhev a Taxa 5 Nîsanê saet de 18:00 de heta Koşuyolu meşekî meşaleyî li dar bixin.