Dê bi cilên sor komploya 15’ê Sibatê şermezar bikin

Dê bi cilên sor komploya 15’ê Sibatê şermezar bikin

Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz tevlî civîna gel ya li taxa Muradiye ya navçeya Rezan a Amedê bûn û diyar kir ku ew dê îsal di 15'ê sibatê de cilên sor li xwe bikin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê li taxa Muradiye ya navçeya Rezan a Amedê bi mabesta salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê civîna gel li dar xist. Civana gel li Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a taxa Muradiyeyê pêk hat. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz, diyar kir ku di sed sala borî de nasnameya gelê kurd nedihat naskirin û tu mafên kurda nedihatin dayîn. Yilmaz, da zanîn ku lê piştî têkoşînekî bêhempa û bedelên gelek girtina nasnameya xwe dan qebûlkirin.

Yilmaz, da zanîn ku hêzên navneteweyî li hemberî rêxistinbûna gelê kurd dest bi hewildanên tasfiyeyê kirin û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi têkoşînekî hempa ya 40 salin dide meşandin gelê kurd ji nû ve rakir ser piyan. Gelê kurd bi saye têkoşîna azadiyê îro di astekî bilind de ye. Ji ber ku têkoşîna gelê kurd li her qadê pêş ket û bandora xwe li herêmê kir hêzên navneteweyî dest bi hewildanên komployan kirin. Hêzên navneteweyî di vê çarçoveyê de Rêberê Apo bi komployekî navneteweyî girtin û radestî Tirkiyeyê kirin." Yilmaz, xwest ku gelê kurd tu caran serî li hemberî desthilatdaran serê xwe netewîne û rêxistinabûna xwe hêj bêtir bi hêz bike.
DÊ BI CILÊN SOR ŞERMEZAR BIKIN
Yilmaz destnîşan kir ku ew weke Rêxistina Amedê dê di 15'ê Sibatê de li qadan bin û wiha axivî: "15'ê Sibata îsal dê ji hemû salan cudatir be. Em dê cilên sor li xwe bikin." Yilmaz, ji hemû kesî xwest ku bi awayekî bi xurt derbikevin kolanan û komployê şermezar bikin.
Yilmaz, da zanîn ku ew dê di 10'ê sibatê de ji ber Komeleya Hemwelatiyê Azad û Wekhev a Taxa 5 Nîsanê heta Kolana Guçmenleran meşekî meşaleyî li dar bixin.
Li taxa Şehşamîlê jî bi heman armancê civina gel hate lidarxistin.