Dê çemê Aras gola Urmiyeyê rizgar bike

Dê çemê Aras gola Urmiyeyê rizgar bike

Gola Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û sedê 80’ê wê hişkbûye xebatên rizgarkirinê hate destpêkirin. Rêveberiya Îranê dê ji çemê Arasê biqanalan avê ji bendava Arasê bikişînin û derbazî gola Urmiyeyê bikin.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Îranê de cih girtin, Serokomar Mahmud Ehmedînejad pesend kir ku, ava ji çemê Aras derbazî gola Urmiyeyê bikin.

Li gorî planê dê ji bendava Aras ya li bajarê Nahçîvanê heya gola Urmiyeyê qanalan bikişînin. Birêya qanalên dê li nav bajarên Selmas û Xoyê re derbaz bibe, tê hêvikirin ku ava ji çemê Aras bikişînin dê gola Urmiye ya sedê 80’ê wê hişkbûyî zindî bike.

Gola Urmiye ku yek ji ekosîstemên herî girîng yên Rojhilata Navîn pêktîne, di lîsteya rezerveya biyoser ya UNESCO de cih digire. Gol ji aliyê Wezîrê Derdor yê Îranê ve parka netewî hatiye îlankirin.

Li gorî lêkolînên UNESCO’yê Gola Urmiyeyê malovaniyê ji 212 çûk, 41 xişikiner, 7 amfîbî û 27 cûrên bimemik dike. Di nava van de xezala zer ya Kurdistanê jî cih digire.

Li gel hişkatiyê şert û mercên jiyana cûrên tebayan jî tengbûye, her wiha cûrê leglegan yên bûne mijara helbestan jî kêmbûne.