Dê cenazeyê du Rojavayiyên jiyana xwe ji dest dan bişînin Serêkaniyê
Dê cenazeyê du Rojavayiyên jiyana xwe ji dest dan bişînin Serêkaniyê
Dê cenazeyê du Rojavayiyên jiyana xwe ji dest dan bişînin Serêkaniyê
Ji ber êrîşa komên çete ên dîndarên radîkal 2 welatiyên ku li Serêkaniyê birîndarbûn û li Serêkaniya serxetê jiyana xwe ji dest dan, hate diyarkirin ku dê cenazeyên hemwelatiyên Rojava şevê bişînin Rojava.
Piştî ku komên çete ên El Nesrayê êrîşî gundên Kurdan ên binavê Cafa û Nedasê ên ser bi Serêkaniyê kirin û 3 welatî di encama êrîşan de birîndarbûn, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya serxetê. Welatiyên binavê Mîthat Ziyat û Azadê paşnavê wî nehate zanîn ku rewşa wan giranbû jiyana xwe ji dest dabûn. Welatiyên Rojavayî ên jiyana xwe ji destdayîn, cenazeyên wan rakirin morga nexweşxaneyê û hate gotin ku dê di demjimêrên 21:00’an de ji aliyê xizmên wan û BDP’ê ve ji bo bispêrin axê bişînin Rojavayê Kurdistanê.