Di lêkolîneke ku li ser spekulasyonên li ser mirina rêberê Filîstînê Yaser Arafat hatiye kirin de, li ser amûrên wî madeya polonyum a radyoaktîf hatiye dîtin. Televîzyona El Cezîre, da zanîn ku dibe ku Arafa bi jehrê hatibe kuştin. Piştî vê rayedarên Filistînê û hevsera Erefad Suha Erefat ragihandin ew ê ji bo lêkolîneke serbixwe gorra Erefad vebikin.
Rojnameya Înglîz Times, di hejmara xwe ya îro de cih da nûçeya der barê mirina Rêberê berê yê Filistînê Yaser Erefad de û diyar kir ku rayedarên Filistînî ragihandine ku ew ê gorra Erefad vebikin.
Rojnameyê nivîsand ku piştî nûçeya kanal El Cezîre, hevsera Erefad, Sûha Erefad ji rayedarên Fîlîstînî xwestiye ku gorra Erefad were vekirin. Rojnameyê bal kişand ku tişta niha dibe cihê pirsê ew e ka kî ewqas nêzîkê Erefad bûye.
Rayedareke Filistînî nexwest navê xwe aşkere bike, ji rojnameyê re axivî û got ku Îsraîl ji encamên lêkolînê ditirse, ji ber wê jî naxwaze lêkokîneke serbixwe bê kirin. Rojnameyê diyar kir ku her çendî rayedaran qebûl kirine ku gorra Erefad bê vekirin, lê heta niha tu dîrokek diyar nekirine.
Televîzyona El Cezîre der barê mirina Yaser Arafat ku di sala 2004’an de jiyana xwe ji dest da de li Swîsreyê lêkolîneke pêk anî û encama wê aşkera kir. li gorî lêkolîne derketi holê kku li ser amûrên Arfat madeya radyoaktîf hatiye dîtin.
Polonyuma ku madeyeke asta wê bilind a radyoaktîfe, cara yekemîn di sala 2006’an piştî mirina sîxûrê KGB Aleksander Lîtvînenko ketibû rojevê. Di encama lêkolîna ku hate kirin de hatibû tespîtkirin ku muxalîfê Kremlînê Lîtvenenko, ji ber polonyuma ku tevli çaya wî bûye jehrî bûye.
Li gorî îdiaya televîzyonê, li ser firçeya diranan, cil û bergên wî testên hatine kirin de di astek bilind de polonyum hatiye dîtin. Li ser vê yekê hevsera Arafat, Suha Arafat ji bo encama teqez ji rêveberiya Filîstînê xwe ku goristana hevserê wî vebe.
DI MIRINA WÎ DE TILIYA MOSSADÊ HEYE?
Rojnameya Înglîz Daily Telegraph di hejmara xwe ya îro de cih da îdîayên der barê mirina Rêberê Filistînê Yaser Erefad. Di nûçeyê de tê gotin ku di encama lêkolîna di laboratûvarek a Swîsreyê de li ser cil û bergên Erefad hatin kirin de bermayên mîqtareke zêde ya Polonium-210 hate dîtin. Rojnameyê got; “Van îdîayan careke din gumanên ku dibêjin Erefadê Fîlîstînî ji aliyê rêxistina sîxûrî ya Îsraîlê Mossadê ve hatiye kuştin, anî reojvê.”
Di encama lêkolîna Enstîtuya Radyofîzîk a bajarê Lozana Swîsreyê ya li ser cil û bergên Yaser Erefad hate kirin de mîqrata Polonium-210 hate dîtin. Li gorî agahiyan tenê mîqtara 20 a vê madeya Poloniumê dikare mirovan bikuje.
Rêberê Filistînê Yaser Erefad di 24’ê tebaxa 1929 de ji dayîk bû, tevahiya temenê xwe diyarî têkooîna azadiya Filistînê û ji pêkanîna aşitiyê kir. Di 11’ê mijdara 2004 de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.