Deh hezaran cenazeyê Şervan Muslim oxirkirin

Deh hezaran cenazeyê Şervan Muslim oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim ku li herêma rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) di pevçûna di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Şervan Muslim îro saet 12.00'an de ji aliyê deh hezaran kesan ve bi tîlîlî û sloganan ji Mala Gel a Kobanê hate wergirtin. Cenaze piştre jî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Termik a Kobanê ve hate birêkirin. Welatiyan ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên Şervanê YPG’ê û alên TEV-DEM, YPG, YPJ û PYD vekiribûn bênavber diruşmeyên "Bijî berxwedana YPG’ê" û "Şehîd na mirin" qîr kirin.

‘ŞERVAN JI BILÎ ZAROKÊ MIN, HEVALÊ MIN Ê RÊ BÛ’

Piştî girseya qelebalix gihşt goristanê, li vir ji aliyê hêzên YPG'ê ve merasima leşkerî hate lidarxistin. Piştre dayîka Şervan Muslim Eyşe Efendî axivî û got ku, ew bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiya gelê Kurd ditewîne. Efendî diyar kir ku, Şervan ji bilî zarokê wê, di heman demê de hevalê wê yê rê bû û di xebatên fikrî û berxwedanê de jî hevpar bûn. Di berdewama axaftina xwe de Eyşe Efendî da zanîn ku, ew êdî dikare bi rehetî serê xwe bilin bike û ev tişt anîn ziman: "Îro ez ji kesên li hemberî me têdikoşin re dibêjim, îro îsbat bû ka kî ji bo doza azadî û rumetê têdikoşe, şehîdan datîne. Kî xwe bi derewa diyar dike û mezin dike. Ez ji were dibêjim; hûn bi pênûsên xwe yên sexte, em bi şahadetê û berxwedanê. Ez niha dikarim serê xwe bilind bikim û ez bêjim ez jî xwediya vê xaka pîroz im."

Eyşê Efendî got ku divê kesên xwe wekî şorşger dihesibînin baş bizanin ku, wan di girtîgehên rejîma Baas de bi salan êş kişandiye û wiha dom kir: "Em niha jî bi şehîdên xwe xeta berxwedanê didomînin." Di dawiya axaftina xwe de Eyşe Efendî berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê silav kir û soz da ku ew dê li ser xeta Şervan û hemû şehîdên azadiyê xeta xwe ya berxwedanê dewam bike.

Di merasimê de li ser navê PYD’ê Nûrî Mehmûd jî axivî û diyar kir ku, Şervan şehîdê hemû gelê Kurd e û bi şahadeta xwe peyama aştî û demokrasiyê a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji hemû cîhanê re ragihandiye.

Li ser navê hêzên YPJ’ê Meysa Ebdo, li ser navê TEV-DEM’ê Mehmûd Beşîr, li ser navê Koordînasyona Yekîtiya Star Roza Tolhildan, li ser navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mehmûd Kîlo jî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatê re hate xwestin û soza bilindkirina têkoşîna azadiya Rojava hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyê Şervan Mulim ji aliyê dehezaran kesî ve bi tîlîlî û diruşmeyan spartin axê.

Şervanê YPG’ê û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim duh di pevçûnên li gundê Fantê ya 15 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî de jiyana xwe jidest dabû.