Beriya 25 sala, zanyarên navdar ên cîhanê, gotûbêj kiribûn ka dê sala 2012 bişibe çi. Beşek mezin ji pêşbîniyên bavê cîhana zanînsta xeyalan Isaac Asimov, fîzîkvanê xwediyê xelata Nobelê Sheldon Glashow, nivîskar Fredrick Pohl, Roger Zelazny û Gregory Benford pêk nehat. Lê di hin mijaran de pêşketina mirovahiyê êdî heza xeyalan jî derbas kir.
ŞÊNÎ
Asimov û Benford wê rojê digotin dê şêniya cîhanê di sala 2012 de bigihe 8 milyaran. Lê ev pêşbînî tenê milyarek ji şêniya niha ya cîhanê zêdetir e. Sedema vê yekê jî ew bû ku zêdebûna şêniyê di salên 1980’yan de pir zêde bû.
TEKNOLOJÎ
Zanyarên wê demê ji bo pêşketinên teknolijiyê pir geşbîn bûn. Heta niha mirovan nekariye agahiyên komputeran li atoman bar bikin, an j nekarîn bi endezyartiyê çare ji nexweşiyên genetîk ên weke şekir, MS, Parkinson, gut re bibînin. Danên xwarinê yên ji heban, ne di rojeva tu kesî de ye.
Li gorî Zelazny û Gene Wolfe mirov dê li fezayê konlonî ava bikiriban. Heta Benford digot ku dê mirov biçin ser Marsê. Lê ev xeyal heta niha jî pêk nehatin.
TENDURISTÎ
Ger ev zanyar îro rewşa tenduristiyê ya îsal bidîtibana dê matmayî bibûna. Nivîskarên wê demê qet texmîn nedikir ku dê çare ji nexweşiya AIDS’ê re bê dîtin. Nivîskaran didan diyarkirin ku dê virûsên super pêş bikevin û dê belav bibin.
Lê di roja me ya îro de mirov dikare nexweşiya AIDS’ê kontrol bike. Yekem derziya AIDS’ê di mehên borî de ket nava bazara cîhanê.
ENERJÎ Û HAWIRDOR
Di sala 1987’ê de petrol û guhertina avhewayê mijarên ne zêde populer bûn. Lê dîsa jî Benford dabû diyarkirin ku dê girêdana mirovan a bi petrolê re zêde bibe û dê krîza ava paqij rû bide. Algys Budrys jî dabû diyarkirin ku dê di sala 2012 de pêwîstiyek mezin a mirovan bi enerjiyê çêbibe û dê bihayê wê pir giran bibe.
ŞERÊ NUKLEER Û HÊZA GERDÛNÎ
Sala 1987’ê Dîwarê Berlînê hebû û Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst hîna yek ji her du hêzên xurt ên cîhanê bû. Di vê demê de Sheldon Glashow gotibû ku di vê demê de şerek nukleerî çênabe û projeya Şerê Stêrkan a Regan bi tu awayî pêk nayê.
Lê hin mijarên ku weke Glasho çênebûn jî hene. Fîzîkvanê xwediyê xelata Nobelê gotibû ku dê di aboriya Amerîkayê paş bikeve û dê heta sala 2012 de Japonya dê di warê aboriyê de bikeve pêş.