Dehhezaran cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê pêşwazîkirin

Dehhezaran cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê pêşwazîkirin

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ'ê yên li gundên Şermûx û Ebû Qesayîb ên Qamîlo yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Sîlopiyayê ji aliyê dehhezaran ve hatin pêşwazîkirin û ber bi Cizîrê ve hatin oxirkirin. Piştî pêşwazîkirina cenazeyan li navçeyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin û li gelek nuqteyan pevçûn berdewam dikin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ozel Atak (Çiya Leylo), Halîl Dogan (Delîl Bagok), Şehmus Salik (Botan Mêrdîn) ên di 16'ê Îlonê de li gundê Şermûxê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê Mahmut Zengîn (Birûsk Serhed), Neslîhan Çîftçî (Tolvîn Cûdî), Ferhat Aydin (Rênas Andok) û Cemîle Erol (Avşîn Basiya) ên di 19'ê Îlonê de li gundê Ebû Qesayîb ên Qamîşlo di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştî karên dozgeriyê yên li wir konvoya cenazeyan ber bi navçeya Sîlopiyayê ve bi rê ket. Konvoya cenaze di rê de ji aliyê welatiyan ve bi slogana "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Konvoya cenazeyan li navenda navçeyê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û girse bi konvoya cenazeyan re heye derketina navçeyê meşiya. Girse nêzî 5 km meşiya û slogana "Şehîd namirin" berz kir. Wesayîtên cenazeyan li gelek cihan bi gulan hatin pêşwazîkirin. Di dema meşa ji bo cenazeyan hate lidarxistin Rêya Îpekê nêzî 4 saetan ji trafîkê re hate girtin. Piştî meşê li derketina navçeyê girseyê bi siruda "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin pêk anî û pişt re konvoya cenazeyan ber bi Cizîrê ve oxir kir.

Piştî meşê komeke ciwanên rûpêş ketin baxçeyê Edliyeya Silopiyê û di wesayît şewitandin. Di vê demê de polîsan gule berdan hewayê û ciwan ji avahiya edliyeyê derketin û pevçûnan destpê kir. Bûyerên li ber edliyeyê mezin bûn û li gelek taxan belav bûn. Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de berdewam dikin.

Konvoya cenazeyan piştî karên fermî yên li Cizirê pêk hatin dê ber bi Amedê ve bi rê bikeve.