Dema Kongreya Netewî zelal bû

Dema Kongreya Netewî zelal bû

Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, dema kongreyê zelal kir. Dema lidarketina kongreyê, wê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re bê eşkerekirin.

Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, civîna xwe ya asayî duh heta derengiya şevê lidarxist. Civîn, bi wesîleya salvegera pêngava 15'ê Tebaxa sala 1984'an bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. 

Hat hînbûn, di civîna duh de li ser mijarên; dema lidarketina Kongreya Netewî ya Kurd, encamên xebatên komîsyonê, dabeşkirina hejmara delegeyan li gorî her çar parçeyên Kurdistanê û komîteya biçe Rojavayê Kurdistanê hatine nirxandin.

Di civînê de, komîteya amadekar dema kongreyê zelal kir û bi civîneke çapemeniyê wê dema kongreyê ji raya giştî re bê eşkerekirin.

Li dû civîna komîteya amadekar, endama komîteyê Nîlufer Koç ji DÎHA'yê re axivî û got, "Me xwestin civîna xwe bi taybetî bi giyana vejînê ya 15'ê Tebaxe lidar bixin. Ji ber bendewariyên ji Kongreya Netewî ya Kurd, em xebatên xwe yên ji bo bersivê bide van bendewariyan, di asta herî bilind de dewam dikin. Weke komîteya amadekar me biryar dan ku bi civîneke çapemeniyê ya bi beşdariya tevahiya civata kongreyê, dema kongreyê ji raya giştî re eşkere bikin."

Endamekî din ê komîteyê Dr. Kemal Kerkukî jî der heqê civîna komîteya amadekar de daxuyaniyek da. Kerkukî jî diyar kir ku dema kongreyê ya hatiye zelalkirin wê bi civîneke çapemeniyê were eşkerekirin. Kerkukî ragihand ku xebatêna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd dewam dikin.