Dema li benda darvekirinê bû, xwe rizgar kir

Dema li benda darvekirinê bû, xwe rizgar kir

Ji Kurdên xwe ji komkujiya çeteyên Îslamî yên li Til Eran û Til Hasilê xwe rizgar kirin Îbrahîm Cûma Ato û Mûhammed Cûma Ato, piştî ji aliyê komên çete ve dîl hatin girtin, reviyan û xwe rizgar kirin. Her du ciwanên Kurd dan xuyakirin ku çeteyan ji wan re gotine ewê bi serjêkirinê wan bikujin û wan jî şibakeya cihê lê dihatin ragirtin şikendandin û reviyan. Îbrahîm Cûma Ato li nexweşxaneya Efrînê demekê hat dermankirin û got, "Ya bi serê me de hat xewnereşkek bû, ji ber ku em li bendê bûn ku bi hilatina rojê re, wê serê me bihata jêkirin."

LÎWA TEVHÎD EM RADESTÎ ÇETEYAN KIR

Di roja komên çete li Til Eran û Til Hasilê dest bi komkujiyê kirin de, ji malbata Ato Îbrahîm Cûma û Mûhammed Cûma Ato hewl dan ji gund birevin, lê li nuqteya kontrolê ya Lîwa Tevhîd a li gundê Nikêrinê ya Bab'ê hatin girtin û ji bo lêpirsînê radestî mehkemeya çeteyan a li herêmê hatin kirin. Cûma Ato yê 22 salî anî ziman ku li gundê Nikêrinê yê qaşo mehkemeya şerîatê ya herêmê lê ye, li wan êşkenceyên giran hatine kirin. Îbrahîm Cûma Ato behsa bûyerên bi serê wî de hatin kir: "Bi kabloyên qalind li her devera bedena me didan. Serî, çav, rû li her devera me dixistin. Tişta ji me dixwest ew bû ku em bêjin 'Em PKK'yî ne'. Me gotin em ne PKK'yî ne. Lê tiştek ji rewşa em tê de bûn neguherî. Ji ber ku em derxistin pêşberî mehkemeyeke wan bi xwe ava kirin. Li vê mehkemeyê jî tiştek ji me nepirsîn. Ji me re gotin; 'cezayê we ji ber sûcê li hemberî ol, darvekirine.' Şêweya bicihanîna ceza jî anî ziman. Wê serê me jê bikira. Ji xwe heman piştî mehkemeyê em birin radestî Eniya El Nûsra kirin."

Îbrahîm Cûma Ato da xuyakirin ku piştî radestî Eniya El Nûsra hatin kirin, ew birin kargeheke çekan a navenda Eniya El Nûsra ya li ser rêya Til Hasil û ew xewnreşka xwe bi vî awayî anî ziman: "Em birin avêtin odeyekê. Û ji me re gotin ewê serê me jê bikin û me bikujin. Lê wê derê jî em di êşkenceyeke giran de derbas kirin. Ji me re digotin; 'Hûn malbata Ato hemû PKK'yî ne. Emê koka malbata we tine bikin. Hûn hemû kafirin.' Lê heta wê saetê em bi rojî bûn. Yên ne bi rojî bûn, yên kafir bûn, ew bûn. Ji xwe hemû nebaşiyan bi navê dîn dikin. Berpirsyarê cihê em lê bûn hat cem me û got, 'Emê serê sibê serê we jê bikin, me dikarîbû îro êvarê jî bikira, lê dîsa jî sibê wê berpirsyarê me yê giştî were û piştî me ji wî destûr girtin, emê bikin.' Piştî van gotinan ji odeyê derket. Êdî em li bendê bûn ku roj hilê, wê serê me jê bikin. Hesteke nayê fêmkirin. Em nikarîbû bi hev re biaxivîna. Ji xwe em biaxivîna, meyê çi ji hev re bigota. Gotinên me ji hev re bigota, nemabû. Ji ber ku ji me re gotibûn, bi hilatina rojê re ewê serê me jê bikira. Min ji xwe re got, divê ez bi hêsanî xwe teslîmî wan nekim. Fikirîm ku rêyeke reva ji vê derê tineye. Di wê kêliyê de şibakeya li ser serê me, li ber çavên min ket. Û mîna deriyekî jiyanê, ji bo min hat dîtin. Lê min tiştek ji xaltiyê xwe yê li cem xwe negot."

ŞIBAKEYA LI JIYANÊ VEDIBE

Îbrahîm Cûma Ato diyar kir ku ji bo revê ew li benda razana çeteyan bû û bi vî rengî behsa reva xwe ya ji şibakeya li jiyanê vedibû kir: "Piştî ku pê ewle bûm ku çete razane, ez rabûm û min li pacê (şibake) temaşe kir. Hingî xaltiyê min jî rabû ser piyan. Wî jî heman cih dîtibû. Lê me ji hev re negotibû. Me ji heman şibakeyê li jiyanê temaşe kirine. Me hêdî perwazê pacê jê kirin. Min ji xaltiyê xwe re got ku ew li ber derî bisekine. Min zêde zehmetî nekişand û perwaz ji şûna wê derxist. Êdî jiyan li pêşberî me disekinî. Destpêkê ez hêdî derketim. Dûre Mûhammed hat. Min derdor kontrol kir, kes tinebû. Bi tenê li ber derî mirovekî kal ê razanî ku nobedar bû, hebû. Min digot ezê wî bikujim û biçim, lê ji ber ku yên din dikarîbûn hişyar bibin, min dev jê berda. Hêdîka em ji wir reviyan. Piştî ku em ji bin kontrola wan derketin, mîna ku baskê me çê bûne û em difirin. Ji ber ku em ji nû ve li jiyanê vedigeriyan."

BI MOTORSÎKLETÊ XWE GIHANDIN HERÊMA EWLE

Îbrahîm Cûma Ato anî ziman ku piştî ew ji kontrola çeteyan derketin, çûne gundê Belat ê Sefîrê ku 10 km dûrê cihê ew lê hatibûn ragirtin û xwe avêtine hewara nasên xwe. Ato bûyerên bi serê wan de hat bi vî rengî tîne ziman: "Bi şev me xwe gihandin gund. Me li deriyê nasê xwe dan. Dema em dîtin, matmayî man. Dizanîbûn em hatine girtin. Ji xwe gotina wan a destpêkê li me kir; hûn çawa ji destê wan reviyan, bû. Piştî ku ya bi serê me de hat, me ji wan re bi kurtasî vegotin, me ji wan xwestin ku ji bo ji wê derê birevin alîkariyê bidin wan. Yekser pere derxistin û dan me. Û motorsîkletek peyda kirin. Em jî bi lez û bez li motorsîkletê siwar bûn û ji nava erdan ji wê derê reviyan. Serê sibê me xwe gihandin gundê Nêrebiyê yê ser bi Bab'ê ku di bin kontrola Eniya El Ekrad de ye. Yekser em çûn navenda wan. Wan jî em yekser birin Bab'ê. Ji wê derê jî em di rêyên cûda de derbas bûn û hatin heta nexweşxaneya li vê derê. Ez bi tenê hatim. Hevalê min yanî xaltiyê min, ji ber zêde lê êşkence nekiribû, ew nehat. Lê wê derê ma û li dijî wan şer dike. Ezê jî piştî dermankirinê biçim."

Îbrahîm Ato birazê Hecî Adil Ato ye ku di komkujiyê de bi birîndarî ketibû destê çeteyan û serê wî hatibû jêkirin. Îbrahîm Ato da xuyakirin ku tevî malbata xwe Ato, li heman herêmê fermana sê malbatên din hatiye derxistin û got, ew malbatên fermana wan a kuştinê derketiye malbatên Kalo, Bişar û Hawa ne.