Demhat Peyas ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin

Demhat Peyas ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Denîz Gem (Demhat Peyas) ku sala 2012’an de li Çiyayê Kato di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan kesî ve li Amedê hat definkirin.

Gerîlayê HPG’ê Denîz Gem (Demhat Peyas) ku sala borî li Çiyayê Kato ya naçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî anîn Amedê. Cenaze li Tesîsên Awa Petrolê ji aliyê girseyê ve hat pêşwazîkirin û bi konvoyê birin goristana Yenîkoy.

Cenazeyê Gem ku anîn goristanê, birin Midûriyeta Goristanê wecîbeyên olî anîn cih. Bi sedan kesên li ber derî rawestiya bûn dirûşmeyên ‘Bijî Serok apo’, ‘şehîd namirin’, ‘ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ hat berzkirin.

Piştî wecîbeyên olî girseyê cenaze hilda û berbi goristanê ve meşiyan. Di meşê de posterên Ocalan û hersê siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin û Denîz Gem hatin hildan. Piştî definkirinê deqeyek rêz hat girtin.

Serokê MEYADER’a Amedê Halîl Oruç axivî û got divê her kes xwedî li têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane, derkeve. Piştre nûnerê BDP’a Amedê Eşref Memedoglu jî axivî û got: “Îro van şehîdan riya azadiyê bo me venekiriba em ne li vir bûn. Em deyndarê şehîdên xwe ne.”

Apê Gem, Nusret Gem jî axivî û got: “Denîz Gem şehîdê Kurdistanê ye.” Xalê Gem, Abdullah Arpa jî got: “Em îro asta gelê kurd deyndarên şehîdên xwe ne.  Îro ger em qedehek av vedixwin jî bi saya şehîdên me ye.  Heta damleyek xwîna me jî hebe emê di riya wan de bin. Bila dijmin bizane ku gelê kurd wek çeme. Gelê kurd behre. Dê hemû astengiya hilweşîne.”

Piştî merasîma cenazeyê  ji bo hersê gerîlayên jiyana xwe ji dest dabûn mala şînê ya Pasuriyan hat vekirin.