Demîrtaş: AKP'ê bi pratîka xwe pêvajoya çareseriyê ji holê rakir

Demîrtaş: AKP'ê bi pratîka xwe pêvajoya çareseriyê ji holê rakir

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê axivî û bi zimanekî tund Serokwezîr Erdogan û AKP rexne kir. Demîrtaş got ku, AKP durûtî û sextekariyê dike û bi pratîka xwe re, pêvajoya çareseriyê ji holê rakiriye.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li şûna li meclisê civîna koma BDP'ê pêk bîne, li Rêxistina BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş, nerazîbûn nîşanê perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên taybet dar û got: "Ka em xwediyê vî welatî bûn? Çima zarokên kurd biçin dibistanên taybet ên parlementerên AKP'ê? AKP bi xwe heyet şandiye li Îmraliyê hevdîtinan pêk tîne. Ma bê destûra AKP'ê mumkun e, heyetek karibe biçe Îmraliyê û hevdîtinan pêk tîne. AKP heyetê dişîne li Îmraliyê hevdîtinan pêk tîne, dûre radixe tirsonekî û du-rûtî dike û hevdîtinan înkar dike." 

Demîrtaş nerazîbûna tûnd nîşanê pakêta AKP'ê da û wiha axivî: "AKP pakêt li gorî xwe amade kiriye. Ne nêrîna me û ne jî nêrîna Ocalan girtiye. Jixwe Erdogan bi xwe jî dibêje, wan bi xwe amade kiriye." 

Demîrtaş perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên taybet jî bi zimanekî tUnd rexne kir û got: "Ev siyaseta qirkirina çandî ye. Çima wê tenê zarokên kurd li dibistanên parlementerên AKP'ê perwerdeya bi zimanê xwe bibînin? Ka em hemû xwediyê vî welatî bûn? Ka em wekhev bûn? Li ku ma wekheviya we?" 

Demîrtaş bi mînakeke balkêş dûrûtiya AKP'ê anî ziman û wiha got: "Ma tenê li dibistanên taybet turban serbest be, dibe? Eger hinek rabin bibêjin, wê turban tenê li dibistanên taybet serbest be, wê AKP bi çi rengî tevbigere?"

Demîrtaş sîstema hilbijartinê ya AKP'ê tîne û nêzîkatiya wê jî rexne kir û got: Em mafên xwe yên talankirî dixwazin. Ew mafên xwezayî ne. Mafên xwezayî nabin mijara bazariyê. AKP taksîd bi taksîd mafên biçûk dide. Ma em ji diya xwe bi taksîd bi taksîd hatine dinê? Eger AKP bi rastî bawerî gel û hilbijartinê dike, bila were benda hilbijartinê bi temamî rake.

Demîrtaş nêzikatiya AKP'ê û dewleta tirk ya li hemberî goristan û şehîdgehên zarokên kurd jî, wekê bêterbiyetî û bêhurmetî nirxand û got: "Îro rabûne berê xwe dane goristan û şehîdgehên kurdan. Ma kurd wê ji bo goristan û şehîdgehan, ji we destûr bigirin. Helbet wê kurd rabin ji bo zarokên xwe goran û şehîdgehan ava bikin." 

Demîrtaş bi bîr xist ku parlementerên AKP'yî ji bo malên cem dibêjin 'malên terorê û got: Ev bêhurmetiyeke mezin e. Divê AKP vê helwesta xwe di ber çavan re derbas bike. Demîrtaş bal kişand ser şerxwaziya hukumeta AKP'ê jî û got: "Meclîs hê nû vebû. Destûrnameyeke şer derxist û ya din jî, roja pêncşemê derdixe. Ma mirov li hemberî zarokên dixwazî ji çiyê daxînî, çima destûrnameya şer derdixî? Dibêje kî 'pêvajoyê xera bike, wê di bin wê de bimîne, lê belê bi xwe ji bo xerakirinê her tiştî dike. Divê hemû dayikên leşker û polîsan vê şerxwaziya AKP'ê bibînin." 

Demîrtaş der barê hilbijartinên herêmî de jî axivî û got: "Me starta hilbijartinê da. Me li Amed û hin deveran, ji bo kotaya jinê veqetandine. Lê belê wê hevalên jin, li deverên din jî karibin bibin namzed. Emê li Tirkiyê bi navê HDP û li herêmê bi navê BDP'ê tevlî bibin. Di navbera me de, ti ferq nîne û HDP partiya me ya pêşerojê ye. Emê hemû ji bo serkeftina HDP'ê bixebitin." 

Demîrtaş îdîayên çapemeniya tirk ên wekî ji hevserokatiyê îstifa kiriye jî derew derxistin û got: " Nûçeyên îstifayê derew in. Di rojeva me de, kongreya awarte nîne. Lê belê kursiyên partiyê, ne kursiyên bavên me ne. Me ne heta heta li ser van kursiyan in. Dema ku roja wê were, emê van kursiyan teslîmê hevalên nû bikin. Emê bi xwe wê çaxê jî di partiyê de xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Ji partiyê veqetîn, ji nirxên gel veqetîne."